Newaya Jin bin manşeta 'Berxwedan ji bo azadiya jinê ye' derket

  • 10:39 1 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Jinê ya bi navê Newaya Jin bi manşeta "Berxwedan ji bo azadiya jinê ye" derket. 
 
Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, bi manşeta "Berxwedan ji bo azadiya jinê ye" hejmara xwe ya 210'an çap kir û giranî da ser têkoşîna jinê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê.
 
Nivîsa vê hefteyê ya di manşetê de hate weşandin hevpeyvîna bi Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ye. Sozdar Avesta ji polîtîkayên şer ên kapîtalîzmê heta bi tecrîda li Îmraliyê, ji pozîsyona xiyanet-hevkariyê ya PDK'ê heta bi şerê gel ê şoreşgerî, ji berxwedana gerîla ya li dijî çekên kîmyewî heta bi têkoşîna jinê nirxandinên berfireh dike.
 
Sozdar Avesta destnîşan kir ku Kurd wê bêwelatî û bêstatuyê ti carî qebûl neke û got, "Gelê Kurd di nava ronesansê de ye."
 
Forûma Şoreşa Jinê
 
Nûrhak Koçero armanca jinên ji gelên cuda nirxand ku di 22 û 23'yê Tîrmehê de li Qamişloyê di 'Forûma Şoreşa Jinê' de li hev kom bûn. Nûrhak di gotara xwe de sernavê "Jin ên şoreşê zêde dibin" bi kar anî.
 
Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya jî bi sernavê "Jiyan û Tolhildan" fermandar Jiyan nirxand ku Jiyan li ser rêya Qamişloyê di 22'yê Tîrmehê de ji aliyê balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk ve hate qetilkirin.
 
Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed jî bi sernavê "Weke navê xwe jiyan bû û diherikî" qala fermandar Jiyan kir.
 
Rojnameyê bi rengekî berfireh cih da biyografiya Endama Meclîsa PAJK'ê Bêrîvan Zîlan ku di 17'ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da. 
 
Nirxandina konferansê
 
Yek ji rojevên girîng ên meha Tîrmehê konferansa 'Bi îradeya jin a azad em ê li hemberî qirkirinê têbikoşin' bû ku bi hevkariya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û jinên Iraqî di 30'yê Tîrmehê de li Bexdayê hate lidarxistin. Necîbe Qeredaxî konferans nirxand û bal kişand rêwîtiya jinên Êzidî ya piştî komkujiyê ku xwe bi rêxistin kirine û xwe bi xwe bi rê ve dibin.
 
Ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna talankirina xwezaya li Kurdistanê, Nîlufer Koç jî bi sernavê "Meha 3 aştiyan" nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî, Reel Sosyalîzm û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li aştiyê nirxand. Yûrdûsev Ozsokmenler jî bi sernavê "Berxwedan wê her tim bi ser bikeve" sîstema hevserokatiyê, pêla girtinê ya li dijî siyasetmedarên jin û rewşa li zindanan, rewşa girtiyên nexweş nirxand.
 
Hevpeyvînên li ser çandê 
 
Di hejmara 210'an de herdu du hevpeyvînên din jî hene. Yek ji wan di kategoriya çand û hunerê de ye, bi endamên koma jinê ya 'Stêra Zêrîn' a li Rojava Mansûr û Rehef Zilfo re hatiye kirin. Ya duyemîn jî bi hunermenda ji Koçgirî Meral Alkan re hatiye kirin.
 
Di hejmara 210'an de her wiha li ser çekên kîmyewî nivîseke dosyayê hatiye amadekirin. Li gel portreyên bi Kurdî û Tirkî, nivîsên li ser mijarên tenduristî, bîranîn, aktûel û kaktus jî hene.