Tundiya mêr: 2 jin hatin qetilkirin

  • 11:04 1 Îlon 2022
  • Rojane
 
EDENE / AYDIN - Li Navçeya Yuregirê tevî biryara dûrxistinê jî Erhan Poyraz bi îşkenceyê Şermîn Sari qetil kir. Her wiha ji aliyê Mustafa Aydogdu ve jî Necla Aydogdu hat qetilkirin. 
 
Şermîn Sari (24) li navçeya navendî ya Yuregir a Edeneyê ji aliyê Erhan Poyraz ê ku dest ji hev berdabûn ve hat qetilkirin. Hat zanîn ku  Şermîn 2 sal berê ji Erhan Poyraz cuda bûye û 4 roj berê Erhan Poyraz gilî kiriye û derbarê wî de biryara dûrxistinê daye stendin. Tevî biryara dûrxistinê kujer hatiye mala  Şermîn û bi îşkenceyê ew qetilkiriye. Piştî îxbara hate kirin tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku Şermîn jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku Erhan piştî bûyerê çûye qerekolê û teslîm bûye. Hat zanîn ku 2 zarokên Şermîn jî hene.
 
Li Aydinê jî jinek hat qetilkirin
 
Necla Aydogdû (33) navçeya Koçarli ya Aydinê ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû ve, bi amûreke birînê hate qetilkirin. Piştî îxbara welatiyan cendirme hatin cihê bûyerê û Mûstafa Aydogdû binçav kirin. 
 
Cenazeyê Necla ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Sepandin û Lêkolînê ya Adnan Menderes.