
Dayikên Aştiyê, hatin berdan
- 11:29 1 Îlon 2022
- Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê yên bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwestin li ber Qesra Dolmabahçeyê daxuyaniyê bidin lêdan xwaribûn û piştre hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Qesra Dolmabahçeyê ya li Beşîktaşê xwestin daxuyaniyê bidin. Dayikan bi laçikên xwe yên spî li dijî şer daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman. Dayikan bal kişandin ser pêvajoya 28'ê Sibata 2015'an. Her wiha bal kişandin ser Mutabakata Dolmabahçeyê ya di vê pêvajoyê de ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin.
Dayik hatin binçavkirin
Piştî daxuyaniyê Bedia Gokguz, Zeliha Gokguz ve Şukran Tugay ber bi îskeleya Beşiktaşê ve meşiyan û ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin piştre hatin binçavkirin. Dayik piştî hatin binçavkirin polîsan ew ji bo kontrola tenduristiyê birin Muduriyeta Emniyetê ya Beşiktaşê.
Piştî karê îfadeyê hatin berdan
Dayikên ji ber sûcê "Berxwedana li dijî kirina peywirê" hatibûn binçavkirin piştî îfadeyê hatin berdan.