Serdanên ji bo Nobeda Edaletê ya Wanê didomin

  • 13:45 1 Îlon 2022
  • Rojane
WAN - Tevî astengiyên polîsan jî Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li Wanê dane destpêkirin didome. Hevparên TJA'yê yên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê çûn serdan xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê didomînin. 
 
Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe xizmên girtiyan li ber Edliyeya Wanê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. TUHAY-DER, Dayika Botan Timur ê di Girtîgeha Wanê de Aslihan Timur û dayika Îrfan Saba yê di Girtîgeha Wanê de Bêrîvan Saba û Dayika Emrah Yakut ê di Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tê girtin, Sabiha Yakut Nobeda Edaletê domandin. 
 
Qedexeyên walîtiyê didomin
 
Polîsan berî çalkiyê avahiya edliyeyê dorpêç kirin û bi hinceta "qedexeyên walîtiyê" xwestin rojnamegerên li qadê asteng bikin. Di dema nîqaşan de ji bo kontrola GBT'yê ya nûçegîhanan polîsan dest xistin ser nasnameyan. Rojnameger bi awayekî kêfî hatin sekinandin û kêşana nûçegîhanan hat astengkirin. 
 
Hevseroka TUHAY-DER'ê Edibe Babur da zanîn ku muameleya li wan tên kirin ne rast e û got îro 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û wiha pê de çû:"Divê li daxwazên malbatan bên guhdarkirin. "
 
'Piştevaniya jinê têkoşînê mezin dike' 
 
Polîsan tim gotin çalakî qedexe ne û xwestin malbatan ji qadê derxin. Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Wanê û Meclîsa Dayikên Aştiyê çûn serdana malbatan. Aktivîstên TJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî helwesta polîsan dan û gotin piştevaniya jinê têkoşînê mezin dike.