
Ji Malbata Şenyaşar 'Pêşangeha Edaletê'
- 14:04 1 Îlon 2022
- Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 542 roj in li ber Edliya Rihayê didome. Malbat bi wesîleya 1'ê Îlonê û destpêkirina sala edlî, 'Pêşangeha Edaletê' vekir.
Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê hezîrana 2018'an de xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hevser û du kurên wê qetil kirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, 9'ê Adara 2021'ê ji bo cara 542'yan li Nobeda Edaletê dest bi çalakiyê kir.
Dayik tevî kurê xwe serê sibehê hat ber Edliyeya Rihayê. Ji ber 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û ji ber bidawîbûna betlaneyê û destpêkirina sala edlî, malbata Şenyaşar li ber avahiya edliyeyê 'Pêşangeha Edaletê' vekir.
Li pêşangehê, wêneyên ku di dema Nobeta Edaletê de hatin kişandin û karîkaturên li ser Emîne Şenyaşar û edaletê hatin nîşandan. Kesên têne edliyeyê jî li 'Pêşangeha Edaletê' digerin û agahiyan ji malbatê werdigirin
Her wiha şandeya ku di navde Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzal û hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ahmet Atiş serdana Malbata Şenyaşar kir. Di serdanê de Mehmet Velat axivî û piştevaniya xwe bi malbatê re anî ziman. Her wiha Ahmet jî da zanîn ku dê her tim li cem malbatê bin.