Rejîma Îranê bi peyaman, gefa kurtajê li welatiyan dide xwarin!

  • 14:19 1 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Daraza Îranê derbarê kurtajê de bi rêya telefonê peyamên kurt ji welatiyan re dişîne û welatiyan hişyar dike. Her wiha ev hişyarî ji bo xebatkarên tendirustiyê û dermanfiroşan jî derbas dibe. 
 
Li cîhanê nîqaşên kurtajê kûr dibin. Cihekî din ê kurtaj lê qedexe ye Îran e. Li welêt daraz ji welatiyan bi rêya telefonê peyamên kurt dişîne û gefê li welatiyan dide xwarin. 
 
Daraza Îranê bi SMS'an metnên hişyariyê yên kurtajê bi rê dike. Bi van peyaman gefa cezayê pere û girtîgehê li welatiyan tê xwarin. 
 
Di çarçoveya "projeya zêdekirina serjimara ciwanan" a Îranê de tê xwestin ji ser saziyan tahakuma li ser bedana jinê zêde bibe.