
Jinan ji bo Aysel Tugluk pankart bi Pira Malabadî ve daliqandin
- 15:18 1 Îlon 2022
- Rojane
ÊLIH - Aktîvîstên TJA’yê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk ku nayê berdan, pankart bi Pira Malabadî ve daliqandin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikişînin ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşîna demansê lê peyda bûye û nayê berdan, pankart bi Pira Malabadî ve daliqandin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî çalakiyê bûn.
Jinan li ser wêneyê ku "Aysel Tugluk bila serbest bê bedan" hatî nivîsin daliqandin, çalakiya xwe bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî kirin.