Li Wan Agirî û Colemêrgê girtina Semra Guzel hat şermezarkirin

  • 16:19 5 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî girtina Parlamentera HDP’a Amedê da û got: “Jin dê tu carî li dijî van polîtîkayên qirêj çok danaynin.”
 
Piştî ku wêneyên parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel û endamê PKK’ê Volkan Bora yên di pêvajoya bi navê 'çareseriyê' de ji medyaya hewzê re hatin servîskirin û bû hedef, di 1’ê adarê de bi dengên hevpar ên AKP’ê, MHP’ê, CHP’ê û ÎYÎ Partiyê parêzbendiya wê hat rakirin. Dû re Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Semra parêzbendiya wê hate rakirin de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Semra a derbarê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn di 2’yê îlonê de li Stenbolê hate binçavkirin. Semra birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema di 3’yê îlonê de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê polîsan destê wê bi paş ve kelemçekirinê tundî lê kir û hewl da “serê wê bitewînin”. Semra  bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgeha ku birinê bi heman îdiayê hate girtin.
 
Derbarê girtin û îşkenceya li hemberî parlamenter Semra Guzel de li Wan û Colemêrgê daxuyanî hat dayîn.
 
Wan
 
Binçavkirina, Semra ku parêzbendiya wê hatibû rakirin li navçeya Artemêtan a Wanê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya DemokratîK a Gelan (HDP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariyê ya di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kiriyan re (MEBYA-DER), Komeleya Mafe Mirovan (ÎHD) û Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî tev li daxuyaniya li pêş avahiya HDP'ê hate dayîn bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Semra Guzel wekîla gel e, vîna jinan e, hûn nikarin serê me bitewînin" hate hilgirtin. Girseyê dirûşmeya "Kurd serê xwe natewînin berzkirin."
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka Rêxistina HDP’a Wanê Handan Karakoyûn anî ziman ku medyaya nêzî desthilatê girtina Semra Guzel bi agahiyên ji rastiyê dûr dan bihîstîn û got: “Nûçeyên ku dibêjin perûk li serê xwe kiriye, xwe veşartiye ne rast in, heya îro li dijî her cure êrişan bi wêrekî li ber xwe daye. Ne pêkan e ew bireve, ji ber ku wê her cure berdêlên girtinê dabûn ber çavan. Em li daraza bûye siyasî nebawer in. Em bawer nakin ku ev daraz biryareke bêalî, serbixwe û wijdanî bide. Lêbelê em partiyeke tevî ku li dijî feraseta AKP’ê re têdikoşin li dijî her cure amûrên wan jî têdikoşin.”
 
Edene
 
Meclisa Jinan a HDP’a Edenê û Rêxistina Bajêr di avahiya bajêr de daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Semra Guzel parlamentera gel e, Dest dirêjî vîna gel nekin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Edenê Helîn Kaya axivî. 
 
Helîn anî ziman ku binçavkirina dijexlaqî ya parlamenteran perçeyeke aciziya desthilatê û got ku binçavkirina Guzel a bi vî awayî darbeya li dijî vîna gel e. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne jinan, kujerên jinan bibînin. Li her cihê em lê em ê bibêjin ‘Semra Guzel îradeya me ye.”
 
Colemêrg 
 
Meclîsên Jinan a HDP'a Colemêrgê li ser binçavkirina Parlamentera Amedê Semra Guzel li navend û Gever daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyaniya ewil li navçeya Geverê û pêşiya rêxistina navçeyê li pêk hat. Ji bo daxuyaniyê, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ÎHD, OHD û Endamên Meclisa Dayîkên Aşitiyê û gelek gelek welatî amadebûn.
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Geverê Gulcan Ceylan jî bang li hemû partiyên muxalîf û raya giştî ya demokratîk kir ku li hemberî rewşa heyî bêdeng nemînin û got, “Em bang li hikûmetê dikin ku nebin şirîkê hewldanên sucên veşartinê. Tişta ku li Semra Guzel hat kirin em qet qebûl nakin. Eşkere ye ku siyaseta zext û tirsandinê ya li dijî siyasetmedarên jin û bi taybetî jinên têkoşer ên kurd her tim berdewam bûye.”
  
Di daxuyaniya ku hat dayîn de jinan gelek caran li çepikan dan, dirûşmên "Bijî Berxwedan a Jinan" berz kirin û bertek nîşanî rewşê dan. Pişt re Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û diyar kir ku tevî bêhiqûqiyan jî serê wan bilind û rûyê me spî ye û got, “Ji ber ku em têkoşîneke mafdar didin domandin, me çok nedanî û em danaynin. Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin”
 
Endamên Meclisa Jinan a HDP'a ya Colemêrgê û gelek welatî beşdarî daxuyaniya Meclisa Jinan a HDP'ê ya li ber avahiya HDP'ê ya Colemêrgê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Humeyra Armût daxuyanî da û diyar kir ku “Binçavkirin û girtina parlamentera jin li hemberî hemû hêzên mûxalîf û gel tirs dayîn e. Em wan muameleyên li hember Semra Guzel, ji Aysel Tûglûk, Ayşe Gokhan, Leyla Guven, gelek jinên kedkar û hevşaredarên hatine hilbijartin û qeyûm tayînî şûna wan kirine, dizanin. Semra Guzel nûnera gel e. Ev vîna jinê ye.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Semra Guzel rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana Jinan" bi dawî bû. 
 
Agirî
 
Li Agiriyê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP'ê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ku Semra vîna gel e. Di daxuyaniyê de banga domandina têkoşînê hat kirin.