
Dozger biryara girtinê da, dadgehê tecawizkar serbest berda
- 16:46 5 Îlon 2022
- Rojane
MÊRDÎN – Li Mêrdînê hatibû îdakirin ku Siraç Elmaci tecawizî jina bi navê S.F. kiriye. Siraç Elmaci yê ku dihat darizandin hat diyarkirin ku ligel dozger daxwaza girtina wî kiriye ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.
Hatibû îdakirin ku li Mêrdînê jina bi navê S.F. dema di 30 tebaxê de çûye mala xuşka xwe û lê bûye mêvan ji aliyê mêrê xuşka wê pê re hatibû zewicandin Siraç Elmaci ve tecawizî wê hatiye kirin. Herwiha hat ragihadnin ku Siraç Elmaci yê ku tê îdakirin tecawiz kiriye, li jina pê re hatiye zewicandin jî tundî dikir û ji bo ku bûyer aşkere nebe gef lê xwariye. Lê S.F. çûye qereqolê û giliyê Siraç Elmaci kiriye.
Piştî giliyê S.F. Siraç Elmaci hatiye binçavkirin. Li aliyekî jî hat diyarkirin ku S.F. ya ku rakirine nexweşxaneyê tecawiza lê hatiye kirin jî hatiye raporkirin.
Kiryar di îfadeya xwe ya li emniyet û dozgeriyê de sûcdariyên derbarê xwe de red kirin û hewlda ku bi gotina derew lê hatiye kirin xwe xilas bike.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê kiryar sewkî 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê a Mêrdînê kir. Lê heyeta dadgehê bi îdaya ku kiryar "nareve" û delîl ne têrkerin ew bi şertê kontrola edlî serbest berda.
Dozgeriyê li dijî biryarê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê îtîraz kir.