
Doza cerdevanên ku tecawizî zarokê kirin hat taloqkirin
- 17:45 5 Îlon 2022
- Rojane
ŞIRNEX – Danîşîna 1'emîn a doza parêzvanê Şaredarê AKP’yî yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz Cengîz Aydemîr ku di heman demê de cerdevan e û Samî Yildiz ê cerdevan ku tecawizî S.A. ya 17 salî kiribûn li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin hate dîtin. Doz taloqî 30'eê mijdarê hat kirin.
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevan Samî Yildiz ku bi awayekî sîstematîk tecawizî zaroka 17 salî ya bi navê S.A. ku bi dêmariya xwe re dijiya kiribûn. Tecawiz pîştî ku di 27'ê mijdara 2021'ê de zarokê ji xizmekî xwe re vegotibû derketibû holê. Piştî vegotina zarokê û giliyê hat kirin, di 19'ê adarê de cerdevan Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz û demariya zarokê Berîvan Aydemîr hatibûn girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi dawî bû û dozname hat amadekirin. Dozname ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Yekemîn danişîna dozê îro hate dîtin.
Li daneşînê Cengîz Aydemîr, Samî Yildiz û Berîvan Aydemîr ku li girtîgeha Şirnexê a Tîpa T girtî ne amade bûn. S.A jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS)beşdarî danişîne bû.
Îddîayên derbarê xwe de înkar kirin
Di destpêkê de dêmariya S.A, Berîvan Aydemîr axivî û sûcdariyên derbarê xwe de red kirin. Berîvan, di îfadeya xwe de wiha axivî: “S.A tim bi telefonê re mijûl bû. Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tune ye min nedizanî çi dike. Rojekê keça min bi S.A re ket nîqaşan û dengê wan bilind bû. Ez çûm gel wan û min rewş pirsî. Keça min got S.A. li ser hesabên medyaya dîjîtal wêneyên ne di cih de parve dike û ji min re nîşan da. Ez jî hêrs bûm û bi hesin min li serê S.A xist. Piştî ku xwîn ji serê wê hat me wê bir nexweşxaneyê. Hevjînê min A.A got dengê xwe neke û beje ji merdîwenan ketiye. Her wiha Samî û Cengîz xizmên min in û min bi Samî re 5-6 caran hevdîtin kiriye.”
Piştre Cengîz Aydemîr axivî û sûcdariyên derbarê xwe de red kirin û daxwaza berdana xwe kir. Her wiha Samî Yildiz jî têkiliya xwe ya bi S.A. re înkar kir.
‘Bi salan bi awayê sîstematîk îşkence li min kirin’
Herî dawî S.A. axivîr S.A. diyar kir ku bi sala ye bi awayekî sîstematîk tundî û îşkence ji aliyê dêmariya wê ve lê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Dêmarya min tu carî bi navê min bangî min nedikir, hertim bi gotinên xirab bang li min dikir. Bi zorê min jî dibistanê derxist. Bavê min ji ber karê xwe nedihat malê û 4 xwişk û birayên min jî gava ne li mal bûn dêêmariya min Bêrîvan Aydemîr li min îşkence dikir. Ez bêrîya 6 salan hîn bûm ku têkiliya Bêrîvan, Samî û Cengîz bi hev re heye. Piştî ku min jê re got, gefa kuştinê li min xwar.”
‘Bi tecawizî min kirin’
S.A, di berdewamiya îfadeya xwe de anî ziman ku Cengîz û Samî gelek caran tecawizî wê kirine û wiha pêde çû: “Di destpêkê de cengîz tecawiz kir. Rojekê Cengîz bi Samî re hat û piştre Samî çû Cengîz li mal ma. Bêrîvan got wê cengîz bi te re meseleyek biaxive min jî qebûl nekir û bertek nîşan da. Piştî vê Bêrîvan serê min li tezgaha mitfaqê xist û min bi zorê xist odeya ku lê Cengîz heye. Cengîz 100 TL pere avêt ser min û êrîşî min kir û tecawiz kir.”
‘Bi çekê gefa mirinê li min xwar’
S.A, diyar kir ku ji bo dengê xwe neke bi çekê gefa mirinê lê hatiye xwarin û di îfadeya xwe de ev tişt got: “Di dawiya meha Cotmehê û meha Mijdarê de 7-8 caran tecawizî min kirin û îşkence li min kirin. Samî ji bo ku tecawizî min bike pere dida Berîvanê. 7 caran tecawiz kir û ji bo ku dengê xwe nekim bi çekê min tehdît kir û gefa kuştinê li min xwar. Herî dawî di 24'ê mijdarê de 2000 TL da Bêrîvanê û tecawizî min kir. Berîvan ji ber ku ji Samî pere girtibû bi zorê xwest ku Samî tecawiza dike berdewam bike lê min qebûl nekir. Wê jî ji ber vê bi hesin li min da. Piştî vê ez ji mal reviyam û çûm nexweşxaneyê û bûyer ket Sazîya Tiba Edlî(ATK).”
Doz taloqî 30'ê Mijdarê hate kirin
Parêzerên S.A. daxwaza domandina rewşa girtî ya kiriyaran û cezakirina wan kirin.
Parêzerên kiryaran jî daxwaza berdana wan kir.
Şandeya dadgehê biryara domandina rewşa girtibûnê da û doz taloqî 30'ê Mijdarê kir.