Li Çewlîgê leşkeran li jina nexweş xistin û destên wê kelepçe kirin

  • 21:54 5 Îlon 2022
  • Rojane
ÇEWLÎK – Li gundê Elmaliya girêdayî navçeya Çermê ye leşkeran jina  bi navê Hase Adibellî 75 salî ya bi nexweşiya alzeymire û Mustafa Adibellî yê 85 salî darp dikin û kelepçe kirin. Her wiha xaniyê wan xira kirin. 
 
Leşkeran bi ser gundê Elmalî yê girêdayî navçeya Çermê ya Çewlîkê de girtin. Hevjînên bi navê Hase Adibelî ya bi nexweşiya alzaymire (75) û Mustafa Adibellî yê 85 salî ye ji aliyê leşkeran ve destên wan hatin kelepçekirin û hatin darpkirin. Piştî hatin derxistin, xaniyên wan hate xirakirin. 
 
Hate hînbûn ku AFAD û wezîrê bajarvaniyê xaniyên di erdheja sala 2019’an de xisar girtine xira dikin û li cihê wan xanî çêdikin. Lewra heya niha ji bo van kesan xanî nehatine çêkirn û kesên xaniyên wan hatine xirakirin bi derfetên xwe hewil didin avahiyekê çêbikin. 
 
Dest danîn ser telefonê
 
Hevjînên bi navê Hase û Mustafa Adibellî ji ber ku nexwestin ji xaniyê xwe derbikevin destên wan hatin kelepçekirin û rastî tundiyê hatin. Li ser bûyerê gundiyan bertek nîşan dan û leşkeran jî dest danîn ser telefonên gundiyan.  Lawê wan Mîryekta Adibellî jî diyar kir ku ew ê derbarê bûyerê de gilîdar bin.  Mîryekta got diya min bi  nexweşiya Alzeymir bû û xaniyê me li gorî wê hatibû çêkirin, lewra wê ji xanî ji kirin û darp jî kirin.