
Li Amedê jineke girtî bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 11:12 6 Îlon 2022
- Rojane
AMED - Emel Hacioglu ya li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî bû bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Xuşka Emelê Evîn Olgun, diyar kir ku tu pirsgirêkên tendirustiyê yên xuşka wê tune bûne û rêveberiya girtîgehê jî agahî nedane wan.
Emel Hacioglu ya li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî bû bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku emel berî bi 5 salan ji ber dosyayek edlî li Mêrdînê hatiye girtin û 18 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
'Rêveberiya girtîgehê agahî neda'
Xuşka Emelê Evîn Olgun, diyar kir ku di 29'ê Tebaxê de xuşka wê qeyrana dil derbas kiriye, çed rojan di bin lênêrtinê de li nexweşxaneyê mayêe û rêveberiya girtîgehê agahî nedaye wan, ew bi rêya hevalên wê hîn bûne ku xuşka wê nexweş ketiye. Evîn wiha berdewam kir, " Rêveberiya girtîgehê tu agahî neda me. Em li ser agahdarkirina hevalên wê rabûn hatin Amedê. Em jî nizanin ku çawa bûye, xuşka min berî bi çend rojan telefonî me kir û diyar kiribû ku rewşa wê baş e. Em jî nizanin ku çawa bûye. Em aghayieke zelal nikarin ji girtîgehê bigirin."
Hat ragihadnin ku Emel berî bi 2 salan ji Mêrdînê birine sewkî Girtîgeha Jinan a Amedê hatiye kirin.