
Li Amedê jinek giran hat birîndarkirin
- 11:37 6 Îlon 2022
- Rojane
AMED - Li Navçeya Baglar, jinek ji aliyê kurê xwe yê bi navê Y.T. ve bi çekê giran hat birîndarkirin.
Li Navçeya Baglar a Amedê jinek, ji aliyê kurê xwe yê ji Edenyê hatibû Y.T. ve bi çekê giran hat birîndarkirin. Lê ser qêrîna jina ku hat birîndar cîranên wê hatin hewara wê û li ser agahdarkirina wan tendirustvanên hatin cihê bûyerê jina ku hat birîndarkirin rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku xeteriya jiyanê ya jina birîndar berdewam dike.
Herwiha hat ragihandin ku Y.T. jî hatiye binçavkirin.