Xizmên Windayan li Amedê li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn
- 14:12 10 Îlon 2022
- Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê di vê hefteyê de li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû yê 27 sal berê li Êlihê hatibû binçavkirin û 27 sal in tu agahî jê nayên girtin, pirsîn.
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin”, di hefteya 709’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû hat pirsîn ku di 21’ê îlona sala 1995’an di nîvşevekê de ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatibû binçavkirin û ev 27 sal in tu agahî jê nayên girtin.
Çîroka Şeyhmûs ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Firat, serpêhatiya Şeyhmûs wiha vegot: “Şeyhmûs Eroglû di sala 1930’an de li Mîdyad a Mêrdînê ji dayik bû. Zewicî bû û 7 zarokên wî hebûn. Dema li gundê xwe dijiya, leşker û cerdevanan gelek tehde û zordarî lê kir da ku bibe cerdevan. Gelek caran ew û birayê xwe ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Ji ber zextên heyî, malbata Eroglû neçar ma ku ji gund bar bikin. Çendek salan li Êlihê jiyan.
Îşkenceya li Şeyhmus hatiye kirin
Leşker û cerdevanan di nîvşeva 21’ê îlona sala 1995’an de bi ser mala Şeyhmûs de girtin, binçav kirin û anîn Mêrdînê. Malbata Şeyhmûs ji bo aqûbeta kurê xwe bizane, gelek caran serlêdan kir. Lê belê tu carî encamek ji van serlêdanên wan derneketin. Berpirsyaran ne serdegirtina malê û ne jî binçavkirina Şeyhmûs qebûl kirin. Lê belê kesekê ku bi Şeyhmûs re hatibû binçavkirin got; ‘Eroglû di bin çavan de ye. Gelek îşkence lê hatin kirin û piştre hate berdan.’ Dîsa şahidekê din got; ‘Li Mêrdînê hatiye berdan. Di wesayîta tîmên taybet de bû.’ Ji roja binçavkirina Eroglû heta niha tu agahî jê nayên girtin. Lê belê bi ser re çend sal derbas dibin bila bibin em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin.”
Beşdaran piştî xwendina çîroka Şeyhmûs, çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi dawî bû.