
Dayikên Şemiyê: Darbekaran hesab nedan, hatin parastin
- 15:12 10 Îlon 2022
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 911'emîn de bal kişandin ser 42 sal berê û gotin darbekarên darbeya 12'ê Îlonê kirin, hesab nedan, hatin parastin.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza darizandina faîlan di hefteya 911’emîn de li avahiya ÎHD’a Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser mirovên di heyama darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi darê zorê hatine windakirin.
Daxuyaniya vê hefteyê Îkbal Eren a xwişka Hayrettîn Eren ê di heyama 12’ê Îlonê de di bin çavan de hatibû windakirin xwend. Hayrettîn destnîşan kir ku wan mirovên di îşkencexaneyên heyama darbeye de hatine windakirin ji bîra nekirine û di pêvajoya wê darbeya 12’ê Îlonê de jiyan, rûmet, maf û azadiya mirovan di bin piya de hat eciqandin.
‘Welat ji darbe û rewşên awarte teşe girtiye’
Hayrettîn bi bîr xist ku di heyama darbeya 12’ê Îlonê de sûcên giran hatine kirin û got: “Wisa bûye ku welat ji darbe û rewşên awarte teşe girtiye. Ev dike ku mafê mirovan, demokrasî û hiqûq û mafê çandî bên astengkirin.”
‘Darbekar hatin parastin’
Hayrettîn da zanîn ku li Tirkiyeyê tu demê darbekaran ji ber kirinên xwe hesab nedane û wiha got: “Darbeya 12’ê Îlonê nehatiye hevrûkirin, hesabê wê nehatiye dayîn û birînê wê ku nehatin kewandin rê li ber ‘travma civakî’ vekir û ev travma di nava civakê de ma. Cemîl Kirbayir, Mahmut Kaya, Huseyîn Morsumbul, Nurettîn Ozturk, Zekî Altunbaş, Hayrettîn Eren, Nurettîn Yedîgol, Suleyman Cîhan, Mustafa Hayrullahoglû û Maksut Tepelî di îşkencexaneyên 12’ê Îlonê de hatin windakirin. Eren, Sulyeman, Cîhan û Hayrullahoglû li goristanên bêkesan hatin veşartin lê ji windakiriyên din tu xeber nehat girtin. 42 sal in edalet pêk nehatiye. Zîhniyeta ku darbekar û kujerên 12’ê Îlonê bêceza hiştin, îro jî li ser kar in. Em ê windakiriyên xwe ji bîra nekin û em ê kujeran jî efû nekin. Em her kesî vedixwînin bi 12’ê Îlonê re hevrû bibe û hesab ji darbekaran bixwaze.”