
Xizma girtiyan: Em ji jiyana wan bi fikar in
- 15:25 10 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizma girtiyan Şehriban Tanik a binpêkirina mafên li dijî girtiyan a li Girtîgeha Bafrayê ragihand wiha got:"Ger tiştekî biçûk jî bê serê girtiyan berpirsê vê yekê rêveberiya girtîgehê ye."
Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçe zêde dibin. Li Girtîgeha Bafrayê ya ku binpêkirina mafan lê didome 4 girtî hatin sirgunkirin. Hat diyarkirin ku di rojên borî de bi ser qawişên girtiyan de hatiye girtin, gardiyanan dest xistine ser cil û hemû alavên wan û 6 kes xistine hucreyên 2-3 kesan.
'Ez bi fikar im'
Xwişka Enes Îlgen ê li Girtîgeha Bafrayê tê girtin, Şehriban Tanik da zanîn ku bi rêya telefona vê serê sibehê bi birayê xwe re kiriye hîn bûye ku ew bi binpêkirina mafan rû bi rû mane û got:"Her tim bi ser qawişên wan de dihat girtin. Bi taybet di deh rojên dawî de şerd û merc pir giran bûne. Ez ji jiyana birayê xwe û girtiyên din bi fikar im. Hevdîtina bi birayê min re sibehê bû lê birayê min roja telefonê bi ya yekî re guhertiye û îro geriya. Şerdên wan pir zehmet e. Di hucreyên divê 2-3 kes lê bimînin 6 kes lê dimînin. Ne televizyon, ne mînderek ne jî tu alavên divê pêdiviyên xwe yên bingehîn bînin cih hene. Bila dengê me bê bihîstin. Em li rêveberiya girtîgehê geriyan telefonê vedikin û datînin kêlekê li me guhdar jî nakin. Ji derdorê deng tê lê belê me muxatap nagirin û naaxivin. Ger tiştekî biçûk jî bê serê girtiyan berpirsê vê yekê rêveberiya girtîgehê ye."