Protezên girtiyan bi nexweşiya giran Dicle Bozan nayên guhertin
- 16:22 10 Îlon 2022
- Rojane
STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de hat diyarkirin ku proteza girtiya nexweş Dîcle Bozan kevn bûye û ji ber vê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû maye û xwest daxwaza Dicle ya proteza nû bê qebûlkirin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 546’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de vê hefteyê bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Dîcle Bozan a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan.
Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend û bal kişand ser binpêkirinên mafan, îşkence, muameleya xerab û mirinên bi guman ên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne û xwest dawî li vê rewşê bê anîn.
'Ji ber nexweşiya epîlepsî ew nikare bi tena serê xwe bijî'
Ferît anî ziman ku rewşa ku Dîcle Bozan pê re rûbirû maye vegot û ew di sala 2017’an de piştî birîndar tê desteserkirin hatiye girtin û çîm û ranek wê ampute û kolostomî hatiye kirin û di ranê din de jî parçeyên şarapnele hene û bêyî baş bibe wê dişînin Girtîgeha Xarpêtê. Ferît diyar kir ku nexweşînên wek mîgren û epîlepsî li Ferît peyda bûne û di sala 2018’an de ji ber bêderfetiya tedawiya li Xarpêtê wî şandine Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê. Ferît got ji ber nexweşiya epîlepsî ew nikare bi tena serê xwe bijî.
Bila daxwaz qebûl bibe
Ferît da zanîn ku li Girtîgeha Menemenê jî tedawiya pêwîst a Bozan nehatiye kirin û emeliyata wê 9 meh hatiye taloqkirin. Ferît diyar kir ku piştre Dicle sewqî Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê hatiye kirin û mafê wê yê tedawiyê li vir jî hatiye astengkirin. Ferît destnîşan kir ku proteza girtiya nexweş Dîcle Bozan kevn bûye û ji ber vê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû maye û xwest daxwaza Dîcle a proteza nû bê qebûlkirin.