ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 11 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Di têkoşîna azadiyê ya 45 salan de berdêlên giran û li gel wê serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Berxwedêriya dayikên kurd û evîndariya wan a welatê xwe ji bo vê bû hêz. Yek ji wan jinan Sultan Yavuz a di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest daye jî li pey xwe çîrokek bi evîn, berxwedêriyek mezin hişt.
 
*16 rojnamegerên ku ev 3 meh in girtîne der barê rewşa wan a girtinê de sê îtîraz hatin kirin. Parêzer Resul Temur da zanîn ku her sê îtîraz jî hatine redkirin û got wê dosyayê bibin DDB’ê. DÎMEN HEYE
 
*Ji rêveberiya ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kîzaroglu da zanîn ku di şer de mirov binpêkirinên mafan yên herî giran dijîn û got: “Li dijî konsepta şer em hewl didin dengê aştiyê bi dengekî xurt bilind bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hat ragihandin ku 3 cenazeyên ku tê îdîakirin cenazeyên gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ne, tevî karûbarên otopsiyê jî ev zêdeyî mehekê ye radestî malbatên wan nayê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo ku piştevaniya jinê û rêxistinkirina jinê xurt bike wê bi jinên ji hemû aliyan re bê gel hev û nexşerêyekê derbixe. Endamên meclisê wê di vê çarçoveyê de heta meha kanûnê li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di 42’emîn salvegera darbeya leşkeri ya 12’ê îlonê de ji ajansa me re axivî û got: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek demokrasî, maf û azadiyane?An jî pirsgirêka Kurdan ya îtîrazê rewşa heyî dike ye? Darbekarên 12’ê îlonê û desthilatdarên îro heman bersivê didin pirsê. Divê hêzên demokrasiyê hevpar tevbigerin.  Divê tifaqek xurt a demokrasiyê ava bikin. Divê partiyên muxalefetê jî bi tifaqa demokrasiyê re têkiliyek xurt daynin.”