
Meclisa Jinan a HDP'ê dê nexşerêya xwe bi jinan re amade bike
- 10:28 11 Îlon 2022
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo ku piştevaniya jinê û rêxistinkirina jinê xurt bike wê bi jinên ji hemû aliyan re bê gel hev û nexşerêyekê derbixe. Endamên meclisê wê di vê çarçoveyê de heta meha kanûnê li qadan bin.
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 9'ê Îlonê de li Navenda Giştî a Partiya xwe civîn pêk anî. Di civînê de li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn, êrîşên li ser destkeftiyên jinan, êrîşên AKP'ê yên li ser jinan û wê ji bo hilbijartinên dema bê û tîafka hatiye kirin têkoşîna jinê çawa bi rêxistin bikin niqaş hatin kirin.
Diyarkirina nexşerêya jinan
Jinên HDP'yî diyar kirin ku ew ê di serdema nû de bi rêxistinên jinan ku di nava têkoşînê de ne re bêhtir bên gel hev û di encama hedîtinên bi jinan re wê nexşerêyeke têkoşînê diyar bikin.
Tifaqa jinan û piştevaniya wan
Meclisa Jinan a HDP'ê diyar kir ku ew ê di vê pêvajoyê de bi jinên di nava tifaqa kedê de cih digirin, rêxisitnên jinan, saziyên jinan û bi jinên feminîst re bên gel hev. Endamên meclisê diyar kirin ku HDP armanc dike siyaseta jinêan bêhtir bê dîtin.
Heta meha kanûnê çalakî
HDP'ê diyar kir ku ew ê di heman demê de heta meha kanûnê li ser qirkirina jinan, girtiyên nexewş, tecrîd, hejariya jinan, pirsgirêkên jinên astengdar dijîn, krîza aborî û êrîşên bi giştî ku li jinan tên kirin jî panel, komxebat û gelek çalakiyên din ên cûr bi cûr lidar bixin.
Pêşniyarên ku di Meclisa Jinan de hatin kirin, piştî ku di Komîsyona jinan de bên niqaşkirin wê encama wan bi raya giştî re bê parvekirin.