
Nobeda Edaletê li Rihayê di roja 566'an de ye
- 13:17 25 Îlon 2022
- Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar ji Serokkomarê AKP’î Erdogan ev pirs pirsî: “Vê zilma li Rihayê berdewam dike çima nabîne.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û kurê wê Fertî Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 566’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiya xwe ya nobetê domand.
Malbatê li ser hesabÊ xwe ya medyaya dîjîtal Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam şand: “Serokkomarê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî gotibû ku ‘Em ê li dijî zilm û edaletê bêdeng nebin’. Tevî agahdarkirina walî û parlamenterên xwe çima vê zilma li Rihayê berdewam dike nabîne?”