Li Mexmûrê serdema nû ya perwerdeyê dest pê kir

  • 13:32 25 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) dest bi perwerdeya sala nû ya 2022-2023’ê kirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi amadebûna hezaran xwendekar û mamostayan perwerdeya sala nû ya 2022-2023’yan dest pê kir. Li Wargehê  5 pêşdibistan û 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî hene.
 
Perwerdeya sala nû ya dibistanan bi sîrûda neteweyî ya kurd dest pê kir. Piştî sîrûda neteweyî di merasîma Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan de li ser girîngiya perwerdeyê, Mamoste Evdî Korkmaz axivî. Korkmaz destnîşan kir ku divê ji her demê zêdetir ew li xwedî li zimanê xwe derbikevin.
 
Her wiha ji xwendevanên dibîstanê yên bi navê Zêrîn Apaydin û Qeder Apaydin ji bi vebûna dibistanê re kêfxweşiyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ji bo ku bi zimanê dayika xwe dikarin perwerde bibînin pir kêfxweş in.