
Konferansa TJA'yê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat silavkirin
- 14:23 25 Îlon 2022
- Rojane
ÊLIH - Konferansa TJA'yê ku bi axftinê berdewam dike, peyamên ji konferansê re tên jî tên xwendin. Ji meclisa Jinan a HDP'ê Rahşan Anter û Meclisa Jinan a Partiya Keskan a Çep bi dirûşma "Jin jiyan azadî" jinên tevli konferansê bûn silav kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) 4'emîn Konferansa xwe di roja 2'emîn de bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" li Êlihê berdewam dike. Di konferansa ku 700 delege tevli bûn de piştî axaftina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Ji Meclisa Jinan a HDP'ê peyama keça Musa Anter Rahşan Anter û ya Meclisa Jinan a Partiya Keskan a Çep hat xwendin.
'Hêrsa me li her derê ye'
Peyama Meclisa Jinan a HDP'ê wiha ye: Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku pergala emperyalîst, kapîtalîst di nava krîzeke kûr de ye û hewl didin ku bedela vê krîzê jin bidin. Ji her demê zêdetir pêdiviya me bi tevgera jinê heye ku qadên hevpar ên têkoşîna li dijî faşîzm û serdestiya mêr bi hevgirtinê pêk bîne, çîna kedkar dakevin qada siyasetê û di têkoşîna li dijî AKP’ê de yekîtiya hêzên ked-aştî-demokratîk pêk bînin. Ji herdemê bêhtir pêdivya me bi tifaqeke li dijî tifaqa faşît a MHP’ê û AKP'ê heye. Bi rojan e ku kolanên Îranê bi serhildanê dişewitin. Li her derê cîhanê em jin bi rojan dişewitin, hêrs û serhildana me mezin dibe. Ji ber ku jineke sînorên li hemberî hatine danîn red kirine bi tundiya mêr-dewletê hatiye kuştin. Em Mahsayê ku li Îranê hat qetilkirin ji Gulîstan, Denîz Poyraz, Nadira, Yeldana, Îpek Er, Garîbe Gezer, Taybet Ana û Aleyna Çakir nas dikin.
Em naxwazin li 'bihuşta' serdestan bijîn
Li Tirkiyeyê jî jin ji aliyê dewleta mêr ve tên qetilkirin, kujerên wan tên parastin û heta piştgirî ji wan re tê dayîn. Lê belê li dijî desthilatdariya mêr a li hemû cîhanê li dijî van polîtîkayên mêtîngerî, rêxistina jinan û têkoşîna wan sînoran derbas dike. Em hêvîdar in ku îradeya têkoşînê ya jinê ku li kolan û qadan nîşan dide, di konferansa we de jî bibe pêşenga pêvajoyeke nû. Bi van hestan em dizanin ku Konferansa we dê kedeke mezin bide têkoşîna jinan a navneteweyî. Em dizanin ku TJA ya ku di têkoşîna azadiyê ya tevgera jinên Kurd de xwedî cihekî girîng e, wê di serdema nû de roleke mezin bilîze û bi van hest û ramanan em konferansa we ya Meclîsa Jinan a HDP'ê silav dikin. Em careke din dibêjin: Em naxwazin di bihişta ku serdest lê dijîn de bijîn! Bijî hevgirtina jinan, jin jiyan azadî."
'Bavê min li we temaşe dike û bi we serbilind e'
Rahşan Anter di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Jinên dilsoz û biryardar ên têkoşîna azadiyê. Xuşkên min, delalên min. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim. Ji ber amadekariyên salvegera wefata bavê xwe Mûsa Anter ez nikarim bi we re bim. Her çiqas ez nikarim li kêleka we bim jî, ez dixwazim hûn bizanibin ku ez çiqas bi hebûn û biryardariya we serbilind im. Ji xwe bawer bin, bavê min Mûsa Anter li cihekî li we temaşe dike û bi we serbilind e. Bi baweriya xwe ya herheyî ya ji bo pêşerojeke xweş û geş silavan li we dikim û hêviya serkeftinê ji konferansa we re pêşniyaz dikim.”
Kongre hat silavkirin
Peyama Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Keskan wiha ye: Di dema ku mirovahî ji ber krîzên pirjimar diheje, jin li dijî jiyana ku li wan hatiye ferzkirin têkoşînê di refên herî pêş ên berxwedanên cîhanê de bi rê ve dibin. Li gel hemû krîzan, li erdnîgariyeke ku bi polîtîkayên şer û pêkanînên faşîst ên rejîma yek zilamî hewl dide mehkûmî tarîtiyê bibe, em ê mil bi mil têkoşînê bilind bikin. Bi baweriya ku em ê têkoşîna welatekî wekhev, azad, ekolojîk û demokratîk bi hev re bi ser bixin, em kongreya we silav dikin û serketinê dixwazin. Bijî Hevgirtina Jinan, Bijî Têkoşîna me ya Rêxistinkirî, Jin Jiyan Azadî.
Konferans bi axaftinan didome.