
Jinên rojava têkoşîna jinên rojhilatê Kurdistanê silav kirin
- 14:47 25 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kobanê û Hesekê li dijî qetilkirina Mehsa Emînî çalakiyên protestoyî li darxistin, porê xwe jêkirin û kefiyên xwe şewitandin.
Polîsên exlaqî yên Rêjîma Îranê di 13`ê Îlonê de jina ciwan Jîna Mehsa Emînî bi bihaneya ku porê wê xûya kir girtin. Piştî sê rojan ji ber işkenceya ku Mehsa Emînî pêre rû bi rû ma, jiyana xwe ji dest da. Ev bûyera ku qewimî bû çirûska destpêkirina serhildanên bi pêşengiya jin li Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha jinên Kurdistanê û yên cîhanê jî bi rê û rêbazên cuda piştgirî dan berxwedana li rojhilatê Kurdistan û Îranê.
Bi pêşengiya rêxistina Kongra Star ya herêma Firatê jinên kantona Kobanê li qada Jina Azad kombûn û bi çalakiya pirotestoyî piştgirî dan jinên Rojhilatê Kurdistanê û qetilkirina Mehsa Emînî şermezar kirin. Jinan wêneyên Mehsa, alên Kongra Star û pankarta bi silogana "Li dijî kûştina jinan, jin û jiyanê biparêzin" hilgirtibûn.
Çalakiyê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" destpêkir, pişt re hevseroka Meclîsa Edaletê Sultan Hemdî daxuyaniyeke devkî da. Sultan Hemdî wiha got: "Em weke Kongra Star û jinên Kobanê ji qada Jina Azad ya bajarê Kobanê tevlî çalakî û berxwedana jinên rojhilatê Kurdistanê dibin. Em ji rojavayê Kurdistanê heta Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna jinan silav dikin û dibêjin jin jiyan e û tu carî jiyan nayê kuştin. Em ê her roj li qadan bin û piştgiriyê bidin Rojhilatê Kurdistanê."
Hesekê
Kongra Star a bajarê Hesekê jî ji bo serhildana jinên Îranê çalakiyek protestoyi li dar xist. Çalakî li navenda Kongra Star a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Jinan wêneyên Jîna Emînî û Anûş Apetyan û por hildabûn.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.