
Berna ya polîs ew qetil kir hat îdakirin ku tundî jî lê hatiye kirin
- 16:57 25 Îlon 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Berna Kargi Bulduklu ya ji aliyê mêra polîs ê pê re zewicandî Sînan Bulduklu ve hate qetîlkirin, hate zanîn ku rastî tundiya sîstematîk hatiye.
Duh li navçeya Cizîrê Berna Kargi Bulduklu ya li Lîseya Anadolû ya Recep Tayîp Erdogan mamostetiya ingilîzî dikir ji aliyê Polîsê pê re zewicandî Sînan Bulduklu ve hat qetilkirin. Piştî bûyerê kujerê ku întîhar kir û birin nexweşxaneyê li wê mir.
‘Rastî tundiya sîstematîk hatiye’
Hate zanîn ku Berna 2 meh in bi Sînan Bulduklu yê polîs re zewiciye û di nav 2 mehan de bi awayê sîstematîk tundî lê hatiye kirin.
‘Qeymeqamtî têketina malbatê ji bo Cizîrê asteng kir’
Her wiha hate îdakirin ku qeymeqamtîya Cizirê têketina mala bernayê ji li malbata wê qedexe kiriye û nehiştiye ji bo cenazeyê wê tu kes kom bibe. Li ser vê hevalên wê jî pêşiya konvoya cenaze girtine.