TJA'yê encamnameya konferansa xwe aşkera kir

  • 17:48 25 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÊLIH - TJA'yê Encamnameya 4'emîn Konferansa xwe ya bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” piştî axaftinan aşkera kir
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) 4'emîn Konferansa xwe ya ku li Êlihê bi dirûşma  “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” bi tevlibûna 700 jinî  pêk anî û 2 rojan bi niqaşan berdewam kir  bi encamnameya ku aşkera kir bi dawî kir. 
 
Encamnameya konferansê bi kurdî û tirkî hat xwendin. Ya bi kurdî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Devrîm Demîr û ya bi tirkî jî ji alyê parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hat xwendin.
 
Encamnameya konferansa 4'emîn ya Asayî ya TJA'yê wiha ye: 
 
"Me wek TJA Konferansa xwe ya asayî ya 4'emîn bi dirûşmeya "Em di rêxistinbûyîna li dijî faşîzmê de bi biryar, di azadyê de bi  İsrar in"  bi hêza ku em ji piştevaniya jinan digirin, bi tevlîbûneke xwirt, bi coşeke mezin û bi biryardariya têkoşînê û hêviyên mezin, di 24-25 ê Îlona 2022 yan de li Êlihê li dar xist.  Konferansa me bi şermezarkirina qetilkirina Jîna Amînî ya ku li Îranê hatibû qetilkirin dest pê kir, berxwedaniya ku di pêşengtiya tevgera jinên Îranî de pêş ketiye silav kir û diyar kir ku dê bi wan re di nava piştevaniyê de bin.
 
Konferansa me di kesayeta Aysel Dogan ya ku yek ji nirxên me yên pêşeng bû de, me diyarî hemû jinên ku bi evîna Welêt jiyana xwe ji dest dane kir. Em jinên ku bi hişmendiya heqiqeta hebûne têkoşîna azadiyê dimeşînin, di demeke ku ji her gavê bêhtir pêdivî bi mezinkirina têkoşînê dibînin de derbas dibin. 
 
Têkoşîna jinê, ya ku dîwarên esaretê yên ku di Cîhanê de, di Rojhilata Navîn de, di Tirkiyê û Kurdistanê de hatine avakirin ji binî ve lerizandiye, têkoşîna hemû pêkhateyên ku, bi înkarkirinê gef li hebûna wan tê xwarin û bi tunebûnê re rû bi rû ne jî di hembêza xwe de distirîn e. 
Têkoşîna ku jinê pêş xistiye dide diyarkirin ku, yên ku di hişmendiya xwe de cih nedin yên ne ji xwe, dê ji xwe re jî cih nebînin. 
 
Bêyî keda jinê nikarin li ser piyan bimînin
 
Têkoşîna me ya temendirêj, di her kêlî û demê de mezintir û berfirehtir dibe.  Rastiya jinên ku bi roja ye li hemberî rejîma Îranê li ber xwe didin jî, ji vê yekê ne qut e. Dîktayên Netewdewlet yên ku lingê modernîteya kapîtalîst in, têkoşîna jinê ya ku li hemû Cîhanê mezin dibe, ji nîqaşê re vedikin, hesabê temendirejkirina xwe li ser dikin, û destkeftinên me dikin hedef. Îro encama herî girîng a ku derketiye holê, û ji hêla me jinan ve bi zelalî tê dîtin ew e ku, Şaristaniyên bidewlet, bêyî kedxwariya jinê nikarin li ser piya bimînin û hebûna xwe berdewam bikin. 
 
Pêşenga şoreşger Roza Luksembûrg gotibû "ji bona ku kapîtalîzm xwe heyî bike divê keda civakê bixwe û wê bike sermaye". ev gotin îro jî rastiya xwe diparêz e. Tespîta ku ji bo şert û mercên îro yên ku pergala zilamsalarî jî ji bo  berdewamiya xwe keda jinê dixwe kirin, daneyeke girîng e. 
 
Ji ber vê yekê ye ku, her tim di nîskoka (odak) pergala kapîtalîst de jî û di civaka ku bi destê zilam hatiye dîzaynkirin de jî jin hene. Ji ber vê yekê, bi zelalî derketiye holê ku, dîstansa (açıklık) di navbera me jinan û azadiyê de, ji rastiya feraseta hişmendiya zilam derbas bûye.  Bersiva me jinan ya ji vê yekê re, dê mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û avakirina jiyaneke nû be!
 
Şewt û merc cewherê têkoşîna me diguherin
 
Wek jin, têkoşîna ku em didin hevpar be jî,  şert û mercên stratejîk û polîtîk yên erdnîgariya ku em lê dijîn, şêwaz û cewherê têkoşîna me diyar dike. 
 
Hişmendiya zilam-dewletî ya ku ev pênc hezar sal e bi awayekî sîstematîk xwe birêxistin kiribe jî, ciyawaziya sepana (uygulama) ku li hêla Kurdistan û Tirkiyeyê derketine holê, têkoşîna me jinên kurd zehmettir dike. 
 
Îro hemû sepanen ku em pê re rû bi rû dimînin dibin sedem ku jiyana gelek jinan ji hêla derûnî, aborî û civakî ve hîn zehmettir bibe. Hewldana guhertina dîkekirina jinbûyînê, û pê re jî rastiya dîkekirina erdnîgariya me, biryardariya me ya têkoşînê kûrtir, xwerttir û bicoştir, û piralî dike. Têkoşîna me ya ku, me wek encama dîkekirina (ayrıştıran) cinsî pêş xistî, bi xwe re têkoşîna li dijî netew-dewlet û çînan jî vejand. Di vê çerçoveyê de,  hemû têkoşînên ku tên dayîn, divê pêşî li ser îddîaya maf û azadiyê bên beranmberkirin. 
 
Jiyana me dê bi xwe re azadiyê biafrîne
 
Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, herçiqas ji hêla bidestkeftinên jina ve gelek xeteriyan di nava xwe de bihewîne jî di esasê xwe de rastiya ku azadiya jinê dê dawiyê li hemû destlihatiyan bîne jî datîne holê, û ev rastî ne dûr e. 
 
Heke îro di vê konferansê de sedema hatina me ya cem hev, şikênandina li ser jinbûyîna me be, armanca me jî birêxistinkirina têkoşîneke hevpar û avakirina rastiya hebûna me û azadiya me ye. 
 
Jiyana me ya ku di nava şer û pevçûnan de diherike, de bi xwe re azadiyê jî biafirîne.
 
Yek ji xala herî girîng ku em di konferansê de li ser sekinîn jî tecrîd e."
 
Konferans piştî encamnameyê bi çepikan bi dawî bû.