
ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
- 09:00 26 Îlon 2022
- Rojev
*Jin ku zext û qanûnên şerîetê yên rejîma ku şerê jinên Îranî dike ji nedîtî ve tên û sînorên ku ji wan re hatine danîn bi bêîteatiya sivîl a berfireh li hemberî rejîmê dikin. Jin van çalakiyên xwe tevî 10 sal, 20 sal cezayê girtîgehê û qamçiyan pêk tînin." JI PÊNÛSA JINAN
*Jinên esnaf derbarê qeyrana aboriyê ku her diçe kûrtir dibe de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Dîcle Şîmşek ku li dikana cil û bergên kurdî dixebite diyar kir ku çanda cil û bergên kurdî para xwe ji qeyranê girt. Her wiha Yildiz Taş jî ku di sektora xwarinê de dixebite destnîşan kir ku heke qeyrana aborî tûnebûya ew ê perwerdeya xwe nîvco nehişta. DÎMEN HEYE
*4'emîn Konferansa TJA'yê ya bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir û bi peyam, biryarên girîng bi dawî bû mohra xwe li rûpelên dîrokê xist. Bi dirûşma "En li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" jinan dengê xwe bilind kirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, tundî, êriş, destdirêjî, polîtîkayên şer ên taybet ên li dijî jinê û gotin:"Divê rêxistinbûyina jinê veguhere berxwedaneke civakî." ÇAVDÊRÎ