Serdana girseyî ji bo şîna Burcu Durmuş hat kirin

  • 14:43 16 Mijdar 2022
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Serdana girseyî ji bo şîna Burcu Durmuş a endama YJA STAR 'ê ya li Metînayê jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
 
Li herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê di 18'ê Tebaxê de di pevçûnê de Burcu Durmuş (Arjîn Êrîş Eruh) a endama YJA STAR 'ê jiyana xwe ji dest da. Li Kuçeya Demirtaş a Navçeya Toroslar a Mêrsînê şîn hat danîn. MEYA-DER, Çukurova TUAY-DER, HDP tevlî şînê bû. Girseyê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.