Tevgera Şemiya Binefşî: Divê berjewendiyên gel esas bên girtin

  • 15:23 22 Tebax 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şemiya Binefşî, têkildarî konferansa ku bi tevlêbûna muxalifên Talîban û rayadarên hikûmeta Pakistanê bê lidarxistin daxuyanî da û bang kir ku divê di konferansê de berjewendiyên gelê Efxan esas bê girtin. 
 
Li gorî nûçeya Afganistan International; Tevgera Şemiya Binefşî, têkildarî konferansa ku dê di 25-26’ê Tebaxê de bi sernava “Yekitî û ber bi Ewlehiyê ve” bê lidarxistin û rayedarên Pakistan û partiyên muxalif ên Talîban lê bicivin da daxuyanî weşand. 
 
Tevgerê, rave kir ku ev konferans ji bo piştgiriya Efxanan û tundiya li dijî Talîban firsend e. Tevgerê di daxuyaniya xwe de helwesta zayendperest a li dijî jinan rexne kir û diyar kir ku divê civînên wiha xwe li ser esasê berjewendiya neteweyî ya Efxanistanê be, biryarên li dijî berjwendiya gel neyên girtin.
 
Her wiha di daxuyaniyê da hate destnîşankirin ku divê dijmintiya dîrokî ya di navbera Efxanistan û Pakistanê bi dawî be û bang li hikûmeta Pakistanê kir ku dawî li piştgiriya xwe ya Talîbanê bîne.