Li Mûşê civîna yekitiyê
- 16:29 22 Tebax 2025
- Rojane
MÛŞ - Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di civîna li Mûşê de axîvî û got, “Divê her kes dev berjewendiyên xwe ber de û bixebite.”
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li Mûşê bi sernava “Yekitî û hevgirtina ji bo demokrasiyê” civîn li dar xist. Civîna ku li Salona Konferansê ya Biratiya Bursa-Muşê hate lidarxistin, gelek kes beşdar bûn.
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd a di 27’ê Sibatê de bibîr xist û got divê pêvajo bi ser bikeve û divê dewlet ji bo demorkasî û aştiyê gav biavêje.
Hevberdevka Însiyatîfa Yekitî û Demokrasiyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, bal kişand ser yekitiya Kurdan û wiha axivî: “Gelê Kurd îro dîrokek dinivisînin. Ez spasiya hemû kesên ku ji bo yekitiyê dixebitin, dikim. Carnan ji ber tundiyên dewletan û carna jî ji ber berjewendiyên tekakesî yekitî pêk nehat. Îro divê em dev ji hemû mijarên tekakesî berdin û bibin yek. Îro 301 delegasyonên me hene û di nava wan de ji her gel û baweriyê mirov cih digirin. Rêzdar Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn bangeke girîng kir. Ev bang nexasim li çar parçeyên Kurdistanê bandoreke xurt çêkir.”