Ji sedî 43 kes baş bi zimanê dayikê diaxivin

  • 14:49 17 Tebax 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê li 23 bajaran anketa li ser zimanê dayikê amade kir. Li 23 bajaran li ser 2 hezar û 378 kesan anket amadekir. Li gorî encama anketê ji sedî 43 kes zimanê zikmakî baş diaxivin. Ji zedî 40.1ê dayik bû bavan bi zarokên xwe re bi tirkî di axivin.
 
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, li ser rewşa zimanê zikmakî li 23 bajaran anketa “Asta bikaranîna zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî û daxwaz û meylên ji bo zimanê dayikê” ya li Tirkiyeyê, amade kir. Navenda Lêkolînê anket di navbera 17-21ê Tîrmeha 2025an de amade kir. 2 hezar û 378 kes beşdarî anketê bûn. Navenda Lêkolînê anket li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Samsun, Balikesîr, Antalya, Mêrsîn, Bursa, Edene, Amed, Erzirom, Semsûr, Wan, Mêrdin, Riha, Çêwlig, Agirî, Şirnêx, Dîlok, Êlih, Dêrsim, Meletî û Sêrtê amade kir.
 
Li gorî daneyan ji 2 hezar û 378 kesan ji sedî 88,2'yê wan gotin bi zaravayê kurmancî di axivin. Ji sedî 10,4'an got ku bi zaravayê Kirmanckî û yên din jî gotin bi zaravayên din diaxivin. Ji sedî 23,5’ê beşdaran gotin zimanê dayikê “pir başe”, ji sedî 43,2'yan got “baş” diaxivin û ji sedî 16,2'yan jî got “nebaş” diaxivin. Di anketê de, piraniya kesên gotin zimanê dayikê pir baş an jî baş diaxivin kesên sere bûn û yên nebaş diaxivîn jî ciwan in.
 
Di anketê de ji sedî 27,8ê beşdaran gotin ku bi hevjînên xwe re tenê bi Tirkî diaxivin. Di anketê de ji bo hînkirina rêjeya bikaranîna zimanê dayikê ya di nava malbatê de pirs hatin kirin. Li gorî bersivand; ji sedî 33,6'ê beşdaran zarokên wan tune ne, ji sedî 40,1'ê jî got ku zarokên wan bi wan re bi Tirkî diaxivin. Hat diyarkirin ku hejmara kesên dibêjin bi wan re piranî bi Kurdî tê axaftin jî ji sedî 24,7 e.
 
Dayik û bav bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin
 
Ji bo pirsa “Asta zanîna zimanê dayikê ya zarokê/a we çi ye?” jî ji sedî 33,6'ê beşdaran gotin “Zarokê/a min nîne”, “ji sedî 7,3'yan got “Pir baş e”, “ji sedî 13,5'ê got “baş e”. Ev encam jî di anketê de wiha hate nirxandin: “Ev daneye nîşan dide ku her çend dayik û bavên beşdaran bi wan re bi Kurdî biaxivin jî, beşdar bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin.”
 
Ji sedî 33,6'ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo haya wê jê heye ku mafê zarokên we heye ku li dibistanê dersên Kurmancî-Kirmanckî hilbijêrin?” gotin “Zarokên min tune ne”, ji sedî 45,5'ê got “Erê”, ji sedî 21'ê jê got “Na”. Ji bo pirsa “Di nava rojê de hin çiqas bi zimanê dayikê diaxivin.” Ji sedî 57,1'ê beşdaran got “Ez piranî diaxivim”, ji sedî 25,7'ê beşdaran got “Car bi car diaxivim”, ji sedî 12,3'ê got “Ez kêm diaxivim” û ji sedî 4,9'an jî got “Ez qet naxivim.”
 
Ji beşdaran pirsa “Gelo hûn çiqas li muzîkên bi zimanê dayikê guhdarî dikin” hate pirsîn. Ji beşdaran ji sedî 77,9'an jê got “Ez piranî guhdarî dikim”. Rêjeya xwendina pirtûkên bi zimanê dayikê hate pirsîn û ji beşdaran ji sedî 15,4'an jê got “Pir baş” û ji sedî 22’yan jî got “Baş e.”
 
Daxwaza perwerdeya Kurdî, zêdetirî sedî 97 e
 
Di anketê de têkildarî parastin, pêşxistin û daxwazên têkildarî zimanê dayikê jî hatin kirin. Ji sedî 97,9'ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo hûn dixwazin di hemû qedemeyên dibistanên Tirkiyeyê de Kurdî zimanê perwerdeyê be?” got “Erê”.
 
Ji bo pirsa “Ji bo parastin û pêxşistina zimanê dayikê, pêşniyara we ya ewil çi ye?” jî ji sedî 51,9'ê beşdarna got “Divê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê derfet bên dayin”, ji sedî 16,6'an got “Naskirina fermî/statu/qanûnî ya zimanê dayikê”.