Çîroka rêwîtiya ber bi hêviyê ve: Mexmûr (3)

  • 09:05 16 Tebax 2025
  • Dosya
 
Li dijî êrişan berxwedan 
 
Rojda Aydin - Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wargeha Mexmûrê di dîroka Kurdistanê de bûye sembola berxwedana rêxistinkirî, ligel vê yekê her tim bûye hedef jî. Tevî dorpêçkirinên siyasî û leşkerî, êrişên hewayî ew bi berdewamî hêzek bûye ku berxwedanê geş kiriye.
 
Ji roja ku hatiye damezrandin ve, Wargeha Mexmûrê her tim bûye sembola berxwedanê. Bi hinceta "ewlehiyê" ji axa xwe koçber bûne, careke din jî bi hinceta "ewlehiyê" tê dorpeçkirin, ketin û derketina wargehê tê qedexekirin, pêdiviyên bingehîn ên jiyanê nayê dayîn û ji xizmetên tenduristî û perwerdê tên dûrxistin. Ligel dorpêça leşkerî û siyasî êrişên hewayî jî bênavber berdewam kirine.
 
Me di vê beşa dosyaya xwe de bal kişand ser polîtîkayên li hemberî wargehê û êrişên li ser wargehê. 
 
Li dijî DAIŞ'ê berxwedan 
 
Di sala 2014'an de, dema ku çeteyên DAIŞ'ê ber bi Iraq û Başûrê Kurdistanê ve pêşve diçûn, yek ji hedefên wan ên yekem Wargeha Mexmûrê bû. Dema ku gelê wê ji bo parastina xwe seferber bû, gerîlayên YPJ û HPG'ê ji bo parastina gelê wir tevlî berxwedanê bûn. Bi saya vê hewldana hevbeş, çeteyên DAIŞ'ê hatin paşve xistin.
 
Bi ambargoyê îzolekirin 
 
Di dawiya sala 2014'an de, bi piştgiriya Tirkiyeyê, PDK û hikûmeta Iraqê dest bi ferzkirina ambargoyê li ser wargehê kirin. Di sala 2019'an de, piştî kuştina Osman Kose, endamê MÎT'ê yê li Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, ambargoya li ser wargehê hîn tundtir bû. Di 17'ê Tîrmeha 2019'an de,  PDK'ê hewl da ku bi ambargoyê kampê îzole bike.
 
Bêdengiya navneteweyî
 
Hikûmeta Iraqê di salên 2021 û 2023'yan de jî hewldanên xwe yên dorpêçkirina wargehê berdewam kir. Di 27'ê Çileya 2021'an de, hêzên Iraqê hewl dan bikevin kampê, lê niştecihên kampê li ber xwe dan. Di 20'ê Gulana 2023'yan de, hewldanek din ji bo girtina wê bi têlan hat destpêkirin. Vê carê, xelkê 16 rojan li hember êrişê li ber xwe dan, lê bêyî ku ji civaka navneteweyî piştgirî werbigirin, wekî her carê bêdeng man.
 
Biryara hikûmeta Iraqê ya astengkirina dabînkirina pêdiviyên kampê ku di 10'ê Nîsana 2023'an de ket meriyetê, nîşan da ku ambargo gihîştiye astek xeternaktir. Mirov tenê ji bo gihîştina pêdiviyên xwe hewceyê destûra hêzên ewlehiyê ne, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê, karker têne girtin û dikandar nikarin danûstandinê bikin. Tê armanckirin ku bi van polîtîkayan koçberiyê ferz bikin û rêxistinbûna kampê hilweşînin.
 
Ji ber polîtîkayên şerê taybet, xelkê Mexmûrê di her aliyê jiyanê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye û ji sala 2017'an heta sala 2024'an şeş pitikan jiyana xwe ji dest dane. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê di pênc salên dawî de 14 caran bi dron û roketan wargeh hat bombebaran kirn. Di van êrişan de gelek kes birîndar bûn û hatine kuştin. Her wiha, di encama êrişan de ziyana madî ya mezin jî çêbûn.
 
Bilançoya êrişan a sala 2019’an hat sala 2024'an wiha ye;
 
* Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn. 3 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan
 
* Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên keşfê yên bi çek yên dewleta Tirk wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû. 
 
* Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Mexmûrê kir.
 
* Di 3’ê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.
 
* Di 1’ê Sibata 2022’yan de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Mexmûr bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest da. Gelek kes birîndar bûn.
 
* Di 21’ê Gulana 2022’yan de li navenda Wargeha Mexmûrê ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 5’ê Tîrmeha 2022’yan de li Wargeha Mexmûrê li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.
 
* Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk li Wargeha Mexmûrê malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan jiyana ji dest da.
 
* Di 7’ê Cotmeha 2023’yan de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk  mizgeftek Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Ziyanek mezin gihişt xaniyên derdora mizgeftê.
 
* Di 13’ê Cotmeha 2023’yan de jî balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk malek Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de jinek birîndar bû, derî û pencereyên malên derdor jî şikestin.
 
* Di 17’ê Cotmeha 2023’yan li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê Wargeha Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek jiyana xwe ji dest da, 3 jin jî birîndar bûn.
 
* Di 10’ê Îlona 2024’an de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk, malek anga saziya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Mexmûrê bombebarankir. Di encama êrişa hovane de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul birîndarbûn. Her wiha ji ber deng bandor li gelek zarokan bû û derî û pencereyên gelek malan jî şikestin.
 
* Herî dawî di 16’ê Îlona 2024’an de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk li Mexmûrê bexçeyek aîdê malbatek bombebarankir. Tu ziyana canî çênebû, lêbelê her care ku êriş pêkte, ji ber deng bi taybetî zarok gelek kes bandor dibe.
 
Qanûna navneteweyî çi dibêje?
 
Her çiqas qanûna navneteweyî bombebarankirina wargehê ku sivîl û penaber lê dijîn wekî sûcekî giran pênase bike jî, rêziknameyên wê wiha ne;
 
* Peymanên Cenevreyê yên sala 1949’an, parastina sivîlan di şer û pevçûnan de ferz dike.
 
* Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, li ser prensîba “ne-paşvegerandinê ((non-refoulement)” hatiye damezrandin ku vegera bi darê zorê ya penaber û kesên koçberkirî qedexe dike. 
 
* Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) jî, hedefgirtina sivîlan a bi zanebûn wekî sûcekî şer dibîne.
 
Tevî vê yekê, êrişên li ser Mexmûrê di navenda nîqaşên tund ên qanûnî, siyasî û exlaqî de ne. Bi gelemperî NY xwe bi daxuyaniyên “fikar” ên derbarê bûyeran de sînordar dike.