
ÎHD: Destên xwe ji ser parêstvanên hiqûqê bikişînin
- 15:25 17 Mijdar 2022
- Rojane
ENQERE - Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê ku derbarê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn a ku piştî teqîna li Taksîmê hedef hat nîşandan û Parêzer Jiyan Tosun de daxuyanî da got, "Destên xwe ji ser parêstvanên hiqûqê bikişînin."
Piştî teqîna li Kolana Îstîklalê ya Beyoglû ya Stenbolê, Adem Taşkaya yê ji Partiya Zaferê parêzer Jiyan Tosun hedef nîşan dabû. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî hedefgirtina parêzer Jiyan Tosûn li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqaereyê Sevîl Turgut axivî.
Sevîl Tûrgût bi parvekirina derew a piştî teqîna li Îstîklalê hedef nîşandana parêzer Jiyan Tosûn bi bîr xist û wiha got: “Her çiqas parvekirin piştî 3 deqîqeyan hatibe rakirin jî ji aliyê gelek hesaban ve hate parvekirin. Di heman demê de li malbata Jiyan û Hevseroka me ya Giştî Eren Keskîn re gefên mirinê hatin xwarin. Ji ber ku nimreya telefona wan ji komên Telegram, Whatsapp û komên lîstikan hatibûn parvekirin.”
Agahî belav kirin
Sevl, destnîşan kir ku piştî daxuyaniyên Jiyan Tosûn jî hedef nîşandana wê berdewam dike û wiha domand: “Divê Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Stenbolê û Serdozgeriya Stenbolê bersiva van pirsan bide. Navên Jiyan Tosûn û Eren Keskîn, agahiyên wan ên kesane piştî teqînê di demekî kurt te çawa û ji ku belav bûn? Agahiyên kesane ku gefan li ewlehiya canên wan dixwe çawa û çima hatin parvekirin?”
‘Kesên bêdeng hevkarê sûc in’
Sevl, bi lêv kir ku di demekî ku hilbijartin nêz dibin de dixwazin li Tirkiyeyê aloziyê derxînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Stenbolê, Serdozgeriya Stenbolê û hemû rayedaran dikin ku di serî de Adem Taşkaya, ji bo kesên bi bêbextiyê Jiyan kirine hedef, agahiyên kesane yên Jiyan û Eren Keskînê parve kirin û belavkirine, bi telefonê gef li wan xwarine bi awayekî bi bandor bên lêpirsîn û ceza bigirin û ji bo parêzer Jiyan Tosûn û Hevseroka me ya Giştî Eren Keskîn bên parastin bergirî bên girtin. Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma û helwesteke zelal nîşan neda jî hevkarê sûc ê van bêbextiyan e.”