Rêxistina Sara êrişa dewleta Tirk şermezar kir
- 12:24 19 Nîsan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara têkildarî êrişa dewleta Tirk a duh li ser Kobanê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkildarî bombebarana duh a balafireke bêmirov a dewleta Tirk li dijî erebeyekê li rojhilatê Kobanê, daxuyaniyek da. Di êrişê de jin û mêrek birîndar bûbûn.
Daxuyanî li navçeya Ehdas ji hêla endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku her tim pêşengên şoreşê dibin hedef, da ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê xuya nekin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrişan bê deng in û bêdengiya wan hevkariya wan bi dewleta Tirk re nîşan dide. Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku li hemberî van êrişan bisekinin.