Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em ê samîmiyeta îqtîdarê bibînin

  • 11:01 28 Mijdar 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ANKARA - Serokwekîla Koma DEM Partıyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku serlêdana ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo îqtdarê testa samîmiyetê ye û anî ziman ku divê tecrûbeyên 2013 -2015'an li ber çav bên girtin. Tespîta me ya bingehîn ew e ku em têkoşîna aştiyê civakî bikin. Divê meseleyeke wekî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd jî ji însafa îqtîdarê re neyê hiştin.
 
Li gel ku ji 1'ê Cotmehê û vir ve daxuyaniyên "pêvajoyê" yên der barê pirsgirêka Kurd de ji aliyê AKP-MHP'ê ve di bin navê "bihêzkirina eniya hundir" de dewam dikin, piştî hevdîtina di navbera Rêberê PKK'ê û biraziyê wî Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan  de demildest ji bo 6 mehan careke din cezyê disîplînê yê 6 mehan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn.  Li ser van hemû daxuyaniyan Abdullah Ocalan got: “Tecrîd didome. Eger şert û merc bên sererastkirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê ber bi zemîneke hiqûqî û siyasî ve bikim." 
 
Sêşema borî Hevserokên Giştî yên DEM Patiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo bi Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dabûn û di heman rojê de Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî gotibû "Divê DEM Partî bi Îmraliyê re hevdîtinê bike."
 
Em  li ser van hemû nîqaşan bi serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît re axivîn.
 
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku Piştî Serokê MHP'ê Bahçelî hat koma wan û di vekirina meclîsê de destê wan girtiye, nîqaşên cuda hatin kirin û got, "Helbet tenê ne deststgirtin di resepsiyona êvarê hat kirin de jî  hat gotin 'Em li cîhanê aştiyê dixwazin, çima li welêt nebe' her yek ji civînên komê yên piştre jî rojeva heyî guherandin. Piştî vê yekê li Tirkiyeyê cara yekemîn li ser pirsgirêka kurd nîqaş dest pê kirin û nêrîn û raman hatin vegotin. Gotin xweş bûn. Li vir gelek tişt hene ku bêne gotin.  Em dibînin ku behsa aştî, wekhevî û qebûlkirina tifaqa Tirk-Kurd tê kirin.  Lê rewşek dualî heye. Tişta ku ji bo me girîng e, ew e ku piştî wateya pirsgirêkeke pir kevn, weke pirsgirêka Kurd a 100 salî ku ev 40 sal in ji bo wê şerê çekdarî tê kirin, emrê xwe dirêj bikin. Berovajî vê yekê, her çendî ne kêfxweş bin jî, dibêjin ku êdî pirsgirêk li vir e û divê bê çareserkirin. Tişta girîng jî ew e ku dixwazin pirsgirêkê bi muhatabê wê re biaxivin û ev jî ji aliyê serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ve tê kirin û her daîm dijberî vê dikir.  Ji ber ku di axaftina Bahçelî de sê tesbîtên bingehîn hene; Beriya her tiştî li vî welatî pirsgirêka kurd heye, wek hûn jî dizanin ev demeke pir dirêj hatiye înkarkirin. Bi taybetî jî AKP’ê hewl da gel bi zorê bike cihê ku digotin ‘Pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka terorê heye’ nêzîkatiya ‘Pirsgirêka kuşk û birayên min ên kurd nîne, me ew pirsgirêk çareser kir’ hebû.  Di rewşeke wiha de MHP radibe û dibêje 'Divê em xuh û biratiya hezar salî ava bikin û şatiyê pêk bînin û rastiya pirsgirêka Kurd radixe ber çavan. Ev girîng e. Tişta nerealîst, manîpulatîf ku li ser civakê tê ferzkirin serûbin kir. Ya duyemîn jî, birêz Ocalan di sala 1999'an de anîn Tirkiyeyê û li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Ji sala 1999’an û vir ve her tim di bin tecrîdê de ye, lê bi taybetî ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîdek mutleq heye. Her çendî dem bi dem bi grevên birçîbûnê û bi zêdebûna têkoşîna civakî re ev tecrîd dem bi dem hatibe bidawîkirin jî, em dibînin ku bi giştî berdewam dike. Mihaxabin ev 44 meh in tu xeber û danûstendin bi birêz Oclaan re nehatiye kirin.  û me gelek caran jî ev yek gotiye. Niha tecrîdeke giran heye ku ji tecrîdê wêdetir e û ev îşkenceya mutleq e, sûcê mirovahiyê ye, di vê wateyê de Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike. Dema em li serdema nû dinêrin, Bahçelî vegeriya û hebûna tecrîdê qebûl kir, got 'ger tecrîd rabe', ango hebûna tecrîdê ji aliyê partiyeke weke MHP’ê ve jî hatiye tespîtkirin. Ji ber ku Wezareta Edaletê bi xwe jî bi Dayikên Aştiyê yên hatin vir re axivî û ji civaka Tirkiyeyê re got, 'Tecrîd nîne, we ji ku aniye?' Ya sêyem, mijara muxatabbûna pirsgirêka Kurd bi berfirehî tê nîqaşkirin, nîqaşeke sûnî tê çêkirin ku muxatab kî ye û her tim hewl tê dayîn ku rojev û mejî bi vê yekê tevlihev bibin. Di vê wateyê de gotina Bahçelî ya li ser birêz Öcalan, 'Bila were li Meclîsê di koma DEM Partiyê de biaxive' dîsa di axaftina koma dawî de bû!"
 
'Pêvajo tune ye sernavên niqaşan hene'
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît, got ku Bi nêrîna wan, mijara muxatabê ku ji bo raya giştî ya Kurd nayê nîqaşkirin, lê bi rengekî hewl dihate kirin ku were tevlihevkirin jî eşkere bûye û wiha dirêjî dayê  "Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê esasî, muzakerevanê sereke birêz Ocalan e û divê ev neyê niqaaşkirin. Em van hemûyan weke 'pêvajo' nagirin dest, me weke 'pêvajoya nîqaşê' aniye ziman, ji ber ku hê veneguheriye diyalogê, her kes nêrîna xwe tîne ziman, cihê xwe diyar dike, her kes nêrîna xwe derdixe pêş. .Lê ev perspektîf hîna li dora maseyekê nehatine ziman. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em van  axaftinan weke mijarên nîqaşê dinirxînin. Weke DEM Partiyê me bi zelalî diyar kir ku em li ku ne, em çawa li aştiyê dinêrin û di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de divê çi bibe.  Em bûne şahidê gelek pêkanînên ku li şûna naverioka van gotinan tijî bikin, wan pûç dikin û di derbarê samîmiyeta wan  de pirs di serê me de heneqeyûm  yek ji wan in. Yek ji van jî cezayê dîsîplînê yê nû ye ku di 23'ê Cotmehê de piştî hevdîtina Ocalan a bi biraziyê wî Parlamenterê me Omer Ocalan re hat dayîn. Binçavkirin, qeyûm, girtin û îşkenceya ku tê kirin niqaşên ku tên kirin paşve dixe."
 
'Em pozîsyona xwe ya çareseriyê diparêzin'
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi bi bîr xist ku ew pozîsyona  xwe ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd diparêzin û wiha berdewam kir," Heta îro yek ji mijarên têkoşîna me ya sereke ev bû, di vî warî de ti pirsgirêk tune ye. Em partiyeke siyasî ne ku ji roja destpêkê ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li qadan têdikoşin, li Meclîsê axivîn û berdêla wê didin. Di vî warî de ne mimkûn e ku em ji vir paşde gavê biavêjin an jî dev jê berdin. Hin derdor manîpulasyonên taybet ên wekî 'bangên aştiyê hene, DEM'ê red kir' dikin, ev ti carî rastiyan nîşan nadin. Em partiyek in ku di asta herî jor de bi zelalî me ragihandiye ku em li ser mijareke pir girîng a weke aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd disekirin.  Dema ku ew nikaribin pirsan ji kesên din bikin, ew bi xwezayî ji me dipirsin. Ji ber ku li vî welatî çapemeniya azad gelek hatiye astengkirin û medyaya ku bi rastî jî girêdayî hikûmetê ye, bi talîmatan kar dike, rojnamevan nikarin pirsên rast bipirsin û hewl tê dayîn ku ev pêvajo bi pirsên xeyalî, bi hevpeyvîn û daxuyaniyên bê dewamkirin. Lê mesele di vir de ew e ku MHP û AKP di dawiyê de şirîkên tifaqê ne. Yek ji van şirîkên îttîfaqê di serî de bi nêrîna xwe diaxive û bi rastî jî nayê fêmkirin ku hevalbendê din demek dirêje çima bêdeng bimîne. Em jî fêm nakin, çima ew bêdeng dimîne; Gelo ji ber ku napejirîne, lê nikare tiştekî bêje, bêdeng dimîne, yan ev dabeşkirina kar û rolan e, yek dibêje, yê din dê bêdeng bimîne, gelo dê axaftin wiha berdewam bikin, gelo di navbera wan de nêrîn û nakokiyên cuda hen? Em çi bibêjin jî dê spekulatîf be, lê di dawiyê de berpirsyarî dikeve ser milê hikûmetê. Divê Serok komar xwedî li van bang û gotinên hevkarê xwe yê îttîfaqê derkeve û ji nêz ve zelal bike; Dipejirîne yan napejirîne, çiqas dipejirîne û çiqasî nerazî ye, ka ew ê ya pêwîst bike yan na, divê diyar bike ka li ku ye. Di vî warî de ger ev hemû nîqaş derbasî pêvajoyeke nû ya çareseriyê û diyalogê bibin, di dawiyê de yek ji muxatab wê hikûmet be. Ji ber ku çareserî û formulasyoneke ku hikûmet tê de nebe bi dawî nabe û bêyî ku Bahçelî di civîna komê de tiştek nebêje û gavên berbiçav neyên avêtin nîqaş heta hetayê nadomin, pêwîst e ku  tiştekî bêje. Ji ber ku di dawiyê de, em tenê bi qasî ku hûn xebatkarên çapemeniyê dişopînin dizanin û li ser vê yekê şîroveyek pêş dixin, lê ji ber ku di destê me de ti tişt tuneye, em nikarin bêtir şîrove bikin. Ji ber vê yekê em ê bi hev re temaşe bikin."
 
 
'Pirsgirêk her welatiyekî eleqedar dike'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pirsgirêkeke pir alî ye û belkî jî divê ji ezmûnên 2013-2015’an ders bê derxistin û wiha bi lêv kir: "Em vê yekê gelek caran di panelên xwe de nîqaş dikin. Tevî ku gelek sedemên cûda yên salên 2013-2015'an hebûn û bi ser neketin jî, yek ji tespîtên me yên sereke ew bû ku aştî ne civakî bû. Ya rast têkçûna me ya civakîkirina têkoşîna aştiyê bû. Sedem jî ew bû ku em nikarin aştiyê veguherînin rewşeke ku ji aliyê beşeke mezin a civakê ve tê xwestin. Hemû bar li ser milê Îmraliyê mabû û dihat payîn ku bi vî awayî her tiştî hilde ser milê xwe. Lê di warê siyaseta demokratîk de gelek xebatên me hebûn û di vê mijarê de em di nava helwesteke xweser de ne. Me nekarî bi rastî rola xwe tam û di asta ku tê xwestin de bilîzin. Mînak, em dikarin di civakbûna aştiyê de rolek pir çalaktir bilîzin. Dema mirov ji vir dinêre, ger bi milyonan daketana kolanan û daxwaza xwe ya aştiyê biqîriyaya, ger bi mîlyonan îradeya xwe nîşan bidaya ku pêvajoya çareseriyê careke din nekeve nava pevçûnan, belkî têk neçûya, an jî bi kêmanî pêvajo têk biçûya. Ev hemû dikaribûn bihatana kirin, me nekir, me nikarîbû û belkî şert û merc ne guncaw bûn. Lê ji bo îro bi kêmanî biryareke me ya wisa heye û ya pêwîst em dixwazin bikin. Pirsgirêka aştiyê ne mijareke ku tenê DEM Partiyêye eleqedar dike, beşeke pir berfireh a civakê, 85 mîlyon mirovên li welat dijîn eleqedar dike. Ne tenê pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka her welatiyekî ku li vî welatî dijî ye."
 
'Em pêvajoyek piralî dimeşînin'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, daxuyand ku kurd di vê mijarê de bêtir diêşin, lêçûnên wê yên mezintir heye û ew têdikoşin, lê di dawiyê de em behsa mijarekê dikin ku bi vî awayî jiyana her mirovekî li vî welatî digre nava xwe û wiha got: "Di wê wateyê de pêwîste hejmara aliyên aştiyê zêde bibe, pêwîste têkoşîna aştiyê di nava civakê de were organîzekirin û eşkere bibe. Divê li ser vê xebat bê kirin. Gelek lingên vê yekê hene, yek ji wan partiyên siyasî ye, hevserokên me û şanda me dest bi serdana wan partiyan kirine, çi li parlamentoyê hebe yan nebe, dê berdewam bin. Beşek ji wan hatine paşxistin û dê randevûyên nû bêne çêkirin û danûstandin dê dîsa berdewam bin. Ya duyemîn jî bêguman rêxistinên girseyî yên demokratîk; Serdanên baroyan hatin kirin, lê divê em bi serdanên saziyên wekî KESK, DÎSK, TMOB’ê re hevdîtinan pêk bînin, ji bo ku saziyên sivîl bibin alîgirê vê pêvajoyê û helbet divê zemînek ku rewşenbîr, nivîskar û hunermendên vî welatî dikarin bi rastî dengê xwe bidin û ji bo aştiyê têbikoşin. Em li ser vê dixebitin. Em bibêjin ku em pêvajoyek piralî dimeşînin. Ez vê yekê ji we re bibêjim, erkê me ye ku konsepteke pîroz a weke aşitiyê û pirsgirêkeke pir aloz a weke çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji destê hikûmetê nehêlin. Divê ev ne bibe pêvajoyek ku tenê AKP-MHP’ê destnîşan dike. Di vê çerçoveyê de wê, çendî ku xwediyê wê zêdetir bin, wê ew qas pêşkevtî û pêşketîtir bin. Têgîna aşitiyê têgeheke ku ji cewhera xwe hatiye valakirin û westiyaye ji ber ku zêde hatiye bikaranîn pêwîste nirxa ku heq dike bê dayîn, ji nû ve wateya ku heq dike jê re bê dayîn û her yek ji me hewce dike. Divê em vê jî bi rêxistin bikin."
 
Ji bo hevdîtinê serlêdan 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me jî di nav de parlamenterên di heyama 26 û hem jî ya 27’an de heyî û hevserokên giştî jî di nav de ji bo biçin Girtîgeha Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin. Di demên berê de jî serlêdanên me hebûn. Di vê wateyê de, ev ne tiştekî nû ye ku em dikin. Ya duyemîn jî, beriya civîna komê em li ser vê yekê axivîn; Ewqas nîqaş tên kirin, mirov dibêje bila were li ser birêz Ocalan biaxive, li aliyê din tecrîd didome, wê demê divê em ji bo samîmiyeta vê mijarê gavekê bavêjin. Bila hevserokên me serlêdanê bikin, eger bi rastî niyeta wan heye ku bi vê sepanê bişînin, eger niyeta rast a çareserkirina vê pirsgirêkê hebe, wê demê çi pêwîst be li ser milê hikûmetê ye. Me nîqaş kir ku çi pêwîst be bikin û piştre ev serlêdan hat amadekirin û biryar hat dayîn ku di civîna komê de daxuyanî bê dayîn. Di vî warî de axaftina Bahçelî ji bo me sosret bû, lê piştî axaftina Bahçelî me ev daxuyanî da, weke ku hevdîtin, şêwirînek li hev hat kirin û hewl hat dayîn ku jê dûr bikevin. Lê ez dixwazim bibêjim ku tiştekî wisa teqez tune, bi tevahî tesaduf e."