‘Em ê deng û serhildana zimanê Kurdî bilind bikin’
- 20:50 19 Gulan 2024
- Rojane
ENQERE - ANKA-DER di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî konser hat lidarxistin û peyama domandina têkoşîna ziman hate dayîn.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de konser û çalakiya xwendina helbestan li dar xist. Çalakiya li Eywana Dawetê ya Vedat Dalokay a li Parka Kûrtûlûşê hatiye li dar xistin, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di destpêka bernameyê de daxuyanî hate xwendin û ev tişt hatin gotin: “Zimanê kurdî qedîm û dewlemend e. Çavkaniya gelek civak û çandan e. Kurdî hebûn, cewher, rûmet û yektiya kurdan e. Heman deme de çavkaniya neteweya kurd e. Gelê kurd ji bo zimanê xwe biparêze û pêş bixe berdelên giran daye. Îro jî jinên kurd û dayik bênavber pêşengiya têkoşîna ziman dikin.”
‘Em ê tecrîda li ser ziman rakin’
Dij daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca kampanyaya “Her dem kurdî, her der kurdî” rakirina tecrîda ser ziman e û ev tişt hatin gotin: “Tecrîda ser zimanê kurdî jî wekî tecrîda ser birêz Ocalan, wekî tecrîda ser tevahiya civakê ye. Em jî dê li her dereke dê serhildana zimanê Kurdî xurt bikin û dê li ser her dereke renge zimanê kurdî belav bikin.”
Piştî daxuyaniyê sertîfîkayên kesên îsal ji kursên kurdî bi serkeftî derbas bûne hatin dayîn. Pê re helbest hatin xwendin û Dengbêj Îbrahîm Unlu klamên xwe strandin.
Çalakî bi konsera Kasim Taşdogan re dom kir. Kesên tevli konserê bûne li gel muzîkê govend gerandin.