Wêneyê şanaziyê yê 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê

  • 09:02 21 Gulan 2024
  • Rojane
 
Roza Metîna
 
MÊRDÎN - Carinan mirov di rûpelên pirtûkekê de wêneyekî ji hêviyê hatibe afirandin li hinek qadan dibîne û hêzê jê digire. Ger di wî wêneyî de germahiya parastina ziman, wêje, çand û hunera te hebe wê demê ew wêne dibe çavkaniya hestên te yên kurdewar. Ev wêneyê şanaziyê li 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê derket pêşberî min û di binê hişê min de bibîranîneke xweş hişt. 
 
1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê 17'yê Gulanê roja înê, bi bendewariyeke ji bo xizmeta ziman û wêjeya kurdî, dest pê kir. Jixwe vê bendewariyê di reşikên çavên beşdaran de jî xwe dida der. Mihrîcanê li Baroya Merdînê bi tevlibûna 24 weşanxane û gelek nivîskaran bi kelecaneke mezin ji 17’ê Gulanê heta 19’ê Gulanê roja yekşemê dewam kir. Bi taybet li dijî êrişên li ser zimanê kurdî û li dijî tayinkirina tenê 10 mamosteyên ji bo zimanê kurdî çalakiyên bi vî rengî dibin bersivek. Helwesta weşangerên kurd, nivîskar û xwîneran a tevlibûna 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê ji bo dewamiya kevneşopiya xwedîderketina li ziman û wêjeya kurdî gelekî girîng bû. Berpirsiyariya di vî warî de hêviyên di dilê civakê de jî zindî dike. 
 
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê û Baroya Mêrdînê xwîner û nivîskar gihiştin hevdu û demeke xweş, ji dil bi hev re derbas kirin. Dema roja şemiyê saet dora 12.00’an ketim deriyê Baroya Mêrdînê cihê mîhrîcan lê hat lidarxistin, min ew sohbeta xweş a li ser rûyê mazûvan, nivîskar û xwîneran hîs kir. Min ji dil xwest ku ew kelecan û kêfxweşiya li ser rûyê wan tu carî bi dawî nebe û ev çalakiyên ku vê kelecanê zindî dihêlin her tim bên lidarxistin. Çimkî ev kelecan û rûkenî di heman demê de bingeheke xurt a ji bo gihandina ziman, wêje, çand û hunera me ya ji bo nifşên nû ye. 
 
Ew kelecan û rûkeniya ewil li baxçe xwe dida dest. Baxçeyekî biçûk lê şêrîn bû. Biçûk bû lê belê rûkenî, bextewarî û kelecaneke mezin hembêz dikir. Di destpêkê de min seriyek li baxçe xist û silav da hemû kesên li ser stantên xwe û kesên li şipya bi hev re sohbet dikirin. Her standekê li gorî xwe wateyeke xweş li xwe bar dikirin. Yek ji stantek li baxçe û bal dikişand a Weşana Morî ya zarokan bû. Ji ber wêjeya zarokan xwediyê cihekî taybet e loma jî taybetmediyek cuda ya vê stantê hebû. Bi bayekî hênik û kêfxweşiyeke geş standa pirtûkên zarokan dilê min miz da. Jixwe tevlibûna zarokan a bi dayik û bavên xwe re ya ji bo mîhrîcana pirtûkan kêfxweşiyeke dinê bû. Li baxçe nêrînên wan ên bêguneh û fediyok aliyekî din ê xweş ê mîhrîcanê bû. Ew xemleke din a giranbiha ya sê rojên mîhrîcanê bûn. 
 
Piştî silavdayina li baxçe ez derbasî hundur bûm. Standên weşanxaneyan ên dinê li du milên din jî hatibûn danîn. Li baxçe, ketina hundurê baroyê û eywana aliyê rastê. Li sê beşan stant hatibûn dayin. Cih hinekî teng dihat lê belê germahiyeke xweş dewsa wê digirt. Wê germahiyê bandor li min jî kir û cihê xwe ji kêfxweşiyê re hişt. Heta çûm ser stanta Weşanxaneya Aryenê min silav da kesên tevli mihrîcanê bûbûn. Her wiha afişên ji bo nivîskaran hatibûn amadekirin jî rengekî din ê Yekem Mihricana Pirtûkan a Mêrdînê bû. Tiştên balê dikşînin di bin hişê mirov de jî cihê xwe digirin. Stanta herî zêde nivîskar lê bûn û pirtûkên xwe lê îmze dikirin jî dîsa ya Weşanxaneya J&J’yê bû. Di destpêka çûyina min a heta hundur û ser standa Weşanxaneya Aryenê van tiştan bala min kişandin. 
 
Yek ji taybetmendiya vê mîhrîcanê jê jî hebûna berhemên nivîskarên di zindanan de bû. Berhemên tevî şert û mercên dijwar bi kedeke giranbiha hatibûn nivîsandin hêviyeke din a cuda di nava xwe de dihewandin. Berhemên nivîskarên mîna Menaf Osman ê tevî cezayê wî qediyaye jî li Mala Çavdêriyê tê sekinandin, berhemên Necmettin Tural ê ku piştî 30 şûnde hat berdanû gelek nivîskarên din ên di zindanê de bi pênûsa xwe têkoşiyane li ser stanta Weşanxaneya Aryenê hatibûn rêzkirin. Ev dîmen bandora hêzeke jixwebawer bû. Dîsa hatina nivîskar Mizgin Ronak a 30 sal şûnde ji girtîgehê derket, hatina nivîskar Yaşar Aslan û Burhan Babaoglu yên 30 sal şûnde ji girtîgehê derketin û hatina nivîskar Firat Can ê li dora 13 salan di girtîgehê de ma hêz û wateyeke din li mihricanê bar dikir. Mizgin Ronak wekî heyveke çardehşevî li ser stanta Weşanxaneya Aramê şewq û hêz dida. 
 
Yek ji aliyê din ê ku di mihrîcanê de hêz dida mirov, lihevrasthatina gelek kesên ku ji zûde ye hevdu nedîtibûn. Bi saya vê mihricanê gelek kesî hevdu dîtin û ji bo berdewamiya têkiliyeke xurt û xweş lidarxistina vê mihrîcanê gelekî baş bû. Ji aliyekî jî ev tişt dibû sedema hestiyariyeke xweş. Hestiyarî û kêfxweşî tevli hev dibûn û heta roja dawiyê ya mihrîcanê di heman rêyê de rêwîtî dikirin. Rêwitiyeke di nava bêhn û germahiya pirtûkan de…
 
Em cilên kurdî yên nivîskarên kurd di mihrîcanê de li ser bejna xwe dakiribûn ji bîr nekin. Xemleke herî xweş a mihrîcanê lixwekirina cilên kurdî bû. Cilên ku bi salan e li me hatine qedexekirin û êriş lê tên kirin. Li ser her nivîskarekê, nivîskarekî bi xemleke xweşiktir disekinîn. Bila yên din di dilê xwe de nehêlin lê dibêjim qey cilên kurdî herî zêde li bejna şaîra gewre Fatêxan a guliyên wê gelekî xweşik û li bejna hunermendê delal Şêrko dihatin. Şêrkoyê ku bi erbaneya xwe û bi stranên kurdî rengekî cuda li mihrîcanê bar dikir. Coş û kelecana li mihrîcanê bi erbaneya Şêrko zêdetir geş dibûn. Gelek pirtûkhez û zimanhezên ku ji serê sibehê de bi ser stantên pirtûkan de girtibûn vê carê xwe di govenda li ber erbaneya Şêrko de dîtibûn. Çepik û kenê li ser rûyê wan mîna xêzkirina wêneyekî şanaziyê bû. Ev wêneyê şanaziyê di heman demê de bersiva li dijî zihniyeta yekperest a êrişî ziman û hebûna kurdan dikir bû.
 
Ev yek dişibiya kenê nivîskar, helbestkar û weşangerên di du wêneyên roja dawiyê yê mihrîcanê de. Wêneyek li baxçe yek jî li eywanê hatibû kişandin. Li du cihên cuda lê bi hêzeke hevpar, hêviyek ji dil difiriya. Di herdu wêneyên ku hêviyeke germ ji dil difiriya de ez û Mizgîn Ronak li gel hev bûn. Nizanim tesaduf bû ya dil miqabilî dil bû…