Xwendekarên Kobanê biryarên 'Doza Kobanê' şermezar kirin

  • 14:19 22 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz a Kobanê diyar kirin ku biryarên Doza Kobanê biryarên siyasî ne û derqanûnî ne.
 
Piştî biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê yên dadgeha dewleta tirk gelekî bertek hatin nîşandan. Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz a Kobanê jî bi daxuyaniyekê li hemberî wan biryarên dewleta tirk nerazîbûnên xwe nîşan dan û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku biryarên Doza Kobanê biryarên siyasî ne û derqanûnî ne.
 
Daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ji aliyê Rodîn El Osoyî ve hate xwendin.
 
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
 
"Dadgeha dewleta tirk a dagirker di Doza Kobanê de cezayên giran li Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedarên din ên HDP’yê  biriye. Biryarên dadgeha dewleta tirk, biryarên siyasî ne û derqanûnî ne. Gelê Kurd di sala 2014'an de bi Serhildana Kobanê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kobanê û nerazîbûnên xwe yên li hemberî hevkariya dewleta tirk û DAÎŞ’ê nîşan daye.
 
Berxwedana Kobanê ku bi şervanên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk hatiye û planên dewleta tirk ên qirkirina gelê Kurd pûç kiriye. Dewleta tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd tune bike. Ew biryarên hatine dayîn jî parçeyekî polîtîkayên tunekirinê yên dewleta tirk a dagirker in. Em weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz û bi taybet jî weke xwendekarên Beşa Hiqûqê wan biryarên dadgeha dewleta tirk ên derqanûnî şermezar dikin. Ew biryarên ku hatine dayîn, biryarên siyasî ne û derveyî pîvanên qanûnî ne.
 
Çawa ku bi Serhildana Kobanê siyasetmedarên HDP’yê û gelê Bakur piştgiriya Kobanê kirin, em jî îro piştgiriya gelê Bakur dikin. Em hemû girtiyên siyasî û bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin û diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîzma dewleta Tirk bilind bikin."