Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 12:11 23 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 38 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
 
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Raziye Ozturk û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 38 meh in tu agahî jê nayên girtin re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
 
Hevdîtinan bi hinceta "cezayên dîsiplînê" asteng dike
 
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekê hevdîtinan bi hinceta "cezayên dîsiplînê" asteng dike.
 
Daxwazên hevdîtinê yên parêzeran ji 6 mehan carekê hatin qedexekirin
 
Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hate îlankirin û qedexeyên hevdîtinê heya sibata 2018'an dom kirin. Piştî vê dirokê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran ji 6 mehan carekê hatin qedexekirin. 
 
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3'yê gulana 2024'an de derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da. 
 
Li gel biryara dawî derbarê Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.