ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
- 09:00 1 Hezîran 2024
- Rojev
* Ji Pîrebokên Kampusê Eylul Kara der barê kampanyaya pedên hîjyenîk û tampon ên bê pere û jin dikarin xwe bigihîninê de ku dane destpêkirin, axivî û got: “Daxwaza me ev e ku ped li hemû şaredariyan zêdetir bê belavkirin. Divê jin hîn hêsantir xwe bigihînin ped û tamponan. Ez banga xwedîderketina li kampanyayê li hemû jinan dikim.” DÎMEN HEYE
*Kordînatora Lêkolîna CFWIJ Maîre Rowland diyar kir ku ger qanûna ‘sîxuriya bi bandor’ bikeve meriyetê wê li Tirkiyeyê ji bo azadiya çapemeniyê rûpelek reş nîşan bide.
* Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Yilmaz çalakiyên ku li girtîgehan ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin nirxand û got: “Divê demildest ev tecrîd bidawî bibe û ji bo çalakiyên li girtîgehan bidawî bibin, ev daxwaz bên qebûlkirin.”
DÎMEN HEYE