Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
- 13:26 17 Tebax 2024
- Rojane
STENBOL - Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya hezar û 12’yemîn de li Qada Galatasarayê, li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn û gotin: "Dawî li bêcezabûna 29 sal in dewam dike binînin."
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan werin darizandin, di hefteya hezar û 12’yemîn a çalakiya xwe de hatin Qada Galatasarayê. Dayik/Mirovên Şemiyê bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin û vê hefteyê de li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe axivî.
Ayşeyê diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya lêgerîna edaletê ya sûcên dewletê yên li Tirkiyeyê înkarkirina heqîqetê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî şahid, belge û delîlan jî, serlêdanên me yên der barê kesên me yên winda de ku cenazeyên wan li kêleka rê, goristanên bêkekan an jî bîrên asîdê hatin dîtin, an qet nehatin dîtin, di belgeyên fermî yên dewletê de weke 'îdiayên razber' hatin qeydkirin. Di encama bêcezabûna vê polîtîkaya înkarê de, kesên ku di girtîgehê de fermana windayan dane, yên ku sûc kirine û rayedarên ku çavên xwe ji sûc girtine nehatine darizandin. Berovajî, ew hatin parastin. Pêvajoyên darazê yên ku dê aqûbeta windayan eşkere bikin û berpirsyaran cezabikin nehatin meşandin û rê li ber derketina heqîqetê hat girtin."
Ayşe, destnîşan kir 29 sal in binçavkirina Abdurrahîm Demîr tê înkar kirin û wiha bi lêv kir: "Em îro ji bo pêkanîna edaletê û aşkerakirina li aqûbeta Abdurrahîm kom bûn. Dayik û birayê Abdurrahîm, Kesriye Demîr û Mehmet Demîr beyî ku agahî ji Abdurrahîm bigiri jiyana xwe ji dest dan. Em niha dibin dengê wan. Abdurrahîn di 17'ê Tebaşa 1995'an de ji Mehserta Mêrdînê ji bo biçe Edenê li otobusê siwar bû. Piştî rêwîtiya bi qasî saetekê otobus li qereqola Şavalet a Qosera Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Leşkerên ku nasnameya wî kontrol kirin Abdurrahîm ji otobusê daxistin û ew binçav kirin. Kesên ku bûn şahidê bûyerê ji Malbata Demîr re gotin ku Abdurrahîm hatiye binçavkirin û ew birine Qereqola Jendermeyan a Şavaletê. Dayika wî Kesriye Demîr a ku çû midûriyeta polîsan bersiva “Me kesekî wiha negirt” hat dayîn. Hemû hewldan bi ser neketin. Em bang li rayedarên edlî dikin: Di doza Abdurrahîm Demîr de dawî li bêcezabûna 29 salan bînin û lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Abdurrahîm Demîr, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Dû re xwişka Hayrettîn Eren ê ku di bin çavan de hatibû windakirin Îkbal Eren axivî û diyar kir ku dayikên ku bêyî dîtina windayên xwe jiyana xwe ji dest dane dê têkoşîna xwe bidomînin û xwest aqûbeta xizmên wan bê aşkerakirin.
Herî dawî jî ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatin windakirin qerenfîl danîn Qada Galatasarayê ya ku hatî dorpêçkirî.