Meral Daniş Beştaş: Divê tecrîd bê rakirin

  • 14:56 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya MEBYA-DER’a Êlihê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî ser gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.” 
 
Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li Êlihê 2’yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kongre li tesîstek taybet a li taxa Pazaryerî pêk hat. 
 
Rêveberên MEBYA-DER’a Amedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê rêveberên DBP, DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Mehmet Ruştu Tiryakî, Zeynep Oduncu, nûnerên gelek saziyên sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. 
 
Pankart hatin daliqandin û dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Bimre xiyanet”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
'Divê em berxwedana xwe mezin bikin' 
 
Aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay axivî û diyar kir ku divê jin li Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet bibin yek û got: “Divê em di her şert û mercan de berxwedana xwe mezin bikin. Di van salên dawî de jinên rojnamevan ên kurd hedef tên girtin û qetilkirin. Ev yek ne tesadufî ye.” 
 
'Rojnameger bi zaneyî tên qetilkirin' 
 
Aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay axivî û diyar kir ku divê jin li Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet bibin yek û got: “Divê em di her şert û mercan de berxwedana xwe mezin bikin. Di van salên dawî de jinên rojnamevan ên kurd hedef tên girtin û qetilkirin. Ev yek ne tesadufî ye.” 
 
'Em xwedî li zimanê xwe derkevin' 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Îro malbatên me ku ewladên xwe winda kirine hene. Ji bo vê yekê jî divê em xwedî li hemû nirxên xwe derkevin. Dewlet êrişî gelê me, şaredariyê me û govenda me dike. Nahêlin zarok û ciwanên me bi kurdî biaxivin. Yên ku bi kurdî diaxivin û li stranên kurdî guhdar dikin, tên girtin û êrişî wan tê kirin. Divê em van li ber çavan bigirin û hin bêtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em li ser axa xwe jiyanek azad dixwazin.” 
 
‘Divê tecrîd rabe ’ 
 
Meral destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî ser hemû gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dikare were lipêşxistin. 41 meh in tecrîdek girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Divê tavilê tecrîd bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Bi vî awayî gelên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dikarin jiyana xwe bidomînin.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Ruştu Tiryakî jî bal kişand ser girîngiya MEBYA-DER’ê û got: “Ev nûnergeha nirxên me ye û lewma girîng e. Em ê her dem li nirxên gelê xwe xwedî derkevin.” 
 
Piştî axaftinan raporên xebat û maliyetê hatin xwendin. 
 
Di kongreyê de Nezahat Toprak û Ûgûr Ar ji bo hevserokatiya MEBYA-DER’ê hatin bijartin.