Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Gulistan Tara hate danîn kirin
- 16:53 24 Tebax 2024
- Rojane
ÊLIH - Ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de hate qetilkirin şîn hate danîn. Şîna Gulistan Tara bi girseyî hate ziyaretkirin.
Dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di bombebaranê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Ji bo rojnamevan Tarayê li Taxa Kultur a Êlihê ku bajarê wê ye şîn hate danîn.
Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên Êlihê Zeynep Odûncû û Mehmet Ruştu Tîryakî, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û Êlihê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî bi awayekî girseyî beşdarî şînê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin. Her wiha endamên MKG'ê tevlî şînê bûn.
Şîn dê 3 rojan berdewam bike.