'Bi hedefgirtina çapemeniya azad, wê dengê rastiyê bi dawî nebe'
- 09:40 27 Tebax 2024
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Rojnamegerên jin ên bal kişandin ser qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadin diyar kirin ku ew ê bi êrişan jinên rojnameger serî netewînin û gotin:"Bi hedefgirtina çapemeniya azad, wê dengê rastiyê bi dawî nebe."
Di 23'yê Tebaxê de Tirkiyeyê bi êrişa SÎHA'yê wesayita rojnameger tê de bûn hedef girt. Bi êrişan rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadin hatin qetilkirin û 6 kes jî birîndar bûn. Li dijî vê êrişê gelek sazî û dezgehan bi çalakiyên xwe nerazîbûna xwe anîn ziman.
Nûçegihana Ajansa Firatê (ANF) ya Kantona Efrîn-Şehba Roj Denizû Endama Yekîtiya Raghandina Azad a Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de Nûçegîhaana Ajansa NUJINHA ya kantona Reqa Sîbîliya El Îbrahîm derbarê hedefgirtina rojnemevanan berteka xwe nîşan dan û wiha gotin: "Bi hedefgirtina jinên pispor û çalakvan û bi taybet çapemeniya azad wê nikarbin dengê rastiyê qut bikin, pênûs û qamareya me wê her di destên me de bin. Em bejna xwe li ber hemberî hemû xebatkarên çepameniya azad ditewînin."
'Jin Jiyan Azadî' bûye çirûska vejînê'
Di berdewamiyê de Roj bal kişand ser hedefgirtina jin û bi taybet jinên çalakvan a di van demên dawî de yên li Îranê û wiha got:"Di van demên dawî de ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li çar perçeyên welêt jin her tên armancgirtin. Bi taybet li Îranê rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatin girtin û cezayê darvekirinê li wan hat birîn lê belê Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ev yek protesto kirin û hemleya 'Na ji darvekirinê re' dan destpêkirin. Ev hedefgirtin û birîna cezayê darvekirinê bi vî awayî dide xuyakirin ku li Îranê çiqas êrişeke sîstematîk li ser jinan tê ferzkirin lê belê li hemberî sîstemek bi vî awayî îro li Rojhilatê Kurdistanê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' bûye çirûska vejînê û derketina li dijî sîstemên faşîst a Îranê. Ev dirûşm di Îranê de tenê sînordar nema her wiha bû dirûşmeyek navneteweyî ku bi hezaran jin vê dirûşmê ji xwe re weke xelasiya ji zorê dibîne."
'Zagona parastina rojnemevanan di qada navneteweyî de hatiye paşguhkirin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Roj berê xwe da Başûrê Kurdistanê û behsa siyaset û hevdîtinên di nava PDK û dewleta tirk de kir û wiha pê de çû:"Ne tenê ev siyaseta girtina rojnemevanan li Îranê berdewam dibe lê belê li Başûrê Kurdistanê jî heman siyaset tê meşandin. Jinên pêşeng û nûçegihan tên hedefgirtin. Nagîhan Akarsel dîsa li Silêmanî hat qetilkirin. Jixwe herî dawî rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadin hatin hedefgirtin. Dîsa xebatkarê ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed jî ji aliyê PDK’ê ve di 25’ê Cotmehê de hat revandin û heta roja îro jî girtiye. Ev bi têkilî û hevkariya di navbera PDK û dewleta tirk de tê kirin. Zagonên parastina mafên rojnamegeran ên qada navneteweyî jî tên paşguhkirin."
'Îro bi dehan rojnemevan girtîne'
Di dirêjiya axaftina xwe de Roj ev tişt anî ziman û got:"Ji ber girtin û binçavkirina gelek xebatkarên ragiahandinê îro Başûrê Kurdistanê bûye herêmek ne bi ewle. Rojnemevan li Başûrê Kurdistanê bi awayekî azad û serbest nikarin karê xwe bikin. Li Rojavayê Kurdistanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xebatkarên ragihandinê tên hedefgirtin. Di 23'yê Tebaxê de Tirkiyeyê erebeya ekîba JIN Tv'yê kir hedef. Ev şêwaz û siyaset li Bakurê Kurdistanê jî derbasdar e, îro bi dehan rojnemevan girtîne. Ev yek jî yekser armanca dewleta tirk a ji bo qirkirina jin û dengê rastiyê dide eşkerekirin e li tenişta vê yekê jî kiryarên derheqê rojnemevanên li Başûrê Kurdistanê tê kirin rastiya hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re eşkere dike."
'Wê kes nikaribe pênûsa me bişkîne'
Di dawiya axaftina xwe de Roj wiha anî ziman ku bi girtin û binçavkirina rojnamevan û jinan wê tekoşîna wan a di oxira heqîqetê de neyê terikandin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Bi hedefgirtin, binçavkirin û cezakirina xebatkarên ragihandinê û çalakvanên jin wê kes nikaribe pênûsa me bişkîne û li pêş qamereya me bibe asteng. Em ê bibin şopdarê rêça pakrewanên xwe û têkoşîna ku wan daye destpêkirin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin heya ku yek rojnamevanên jin di çapemeniya azad de hebe wê têkoşîn dewam bike."
'Hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina civakê ye'
Di heman demê de têkildarî heman mijarê Endama Yekîtiya Raghandina Azad a Herêmên Bakur-Rojhilata Sûriyeyê di heman demê de Nûçegîhana Ajansa NUJINHA ya kantona Reqa Sîbîliya El Îbrahîm jî wiha pê de çû:"Em her du rêhevalên xwe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di encama hedefgirtina dewleta tirk a dagirker a li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Jixwe ev ne cara yekem e ku bûyerek ango êrîşek bi vî awayî li ser xebatkarên ragihandinê tê kirin. Her carê dewleta tirk a dagirker rojnemevan, hiqûqnas, siyasetmedarên jin dike hedefa xwe. Ev yek jî bi armanca şikandina vîna jinê ye her wiha vîna civakên ku jin ji xwe re kirine pêşeng."
'Dixwazin dengê rastiyê ji holê rakin'
Di dirêjiya axaftina xwe de Sîbîliya da zanîn ku siyaseta hikumeta PDK'ê û dewleta tirk ji hevdu ne qut e û wiha dom kir:"Di roja me ya îro de û di encama kiryarên derbarê rojnamevanan û çalakvanan de tê xuyakirin ku siyaseta PDK'ê û ya dewleta tirk ji hevdu ne cuda ne û ev têkilî û yekîtiya ku di navbera her duyan de jî tê kirin armanc jê ew e ku rastiyê qir bikini, ji holê rakin. Ji ber ku yên rastiya siyasetên qirêj a dewletên hegemon derxistin rojnemevan bûn û wan rola herî sereke lîstin."
'Di nava heyvekê de gelek çalakvan hatin hedefgirtin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Sîbîliya ev tişt anî ziman û got:"Di nava vê heyvê de gelek car bûyerên êrîş û binçavkirina rojnamevanan qewimî. Rojnamevanên Îranê jî para xwe ji van kiryaran girtin. Bi taybet piştî kuştina Jîna Emînî û belavkirina dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' a ku bi şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn mezin bû û li tevahî perçeyên Kurdistanê belav bûn. Ji wê demê û pê ve xebatkarên jin tên hedefgirtin û cezayên cur bi cur jî li wan tên birîn. Di vir de jin her bûne qurbana van siyasetên faşîst a dewleta Îranê ku bi sed salan e dewam dikin."
'Biryara darvekirinê sûcê mirovahiyê ye'
Derbarê girtina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedi de Sîbiliya wiha got:"Pexşan Ezîzî yek ji rojnamevana ku di Îranê de dengê şoreşa Jin Jiyan Azadî bilind kiriye û xwedî têkoşîna bi salan a di xebata ragihandinê de ye. Lê belê eşkerekirina rastiya rêjîma Îranê li xweşiya Îranê nayê lewma îro zagonek bi vî awayî li ser her du çalakvanan ferz dike. Lê belê ev biryara darvekirinê sûcek mezin ê derheqê mirovahiyê de ye. Gelek zagon û pîvana parastina rojnamevanan hene lê hemû hatine paşguhkirin. Li hemberî biryarên bi vî awayî gelek nerazîbûn derketin holê û bertek hatin nîşandan."
Hemleya 'Na ji darvekirinê re' hat destpêkirin
Sîbîliya derbarê hemleya ku Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) li hemberî cezayên darvekirinê daye destpêkirin û got:" Li hemberî cezayên darvekirinê Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi dirûşma "Na ji darvekirinê re" dest bi hemleyekê kir. YRJ'ê bi vê hemleyê gelek îmze ji rojnemevan, rêxistinên jinan û gelek kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom kir. Her wiha gelek kesên li derveyî welat jî ji bo vê kampanyaya îmzeyê piştgiriya xwe nîşan dan. Li tenişta vê yekê piştî destpêkirina hemleya YRJ'ê rojnamevan hatin hedefgirtin. Dewleta tirk bi helwesta xwe nîşan dide ku hemû jinên bixwazin dengê aştiyê eşkere bikin wê çarenûsa wan wekî ya Gulistan û Hêro be. Siyasetek bi vî awayî yekser xwe dispêre têkbirina vîna jinên rojnemevan. Di perçeyê Rojava de bi taybet jinan xwe gihandiye wê asta ku xwedî li xwe derkeve, ev yek jî li xweşiya dijminan nayê."
'Xiyaneta mala Berzaniyan her dewam e'
Sîbîliya diyar kir ku Hikumeta Şamê, Dewleta Tirk, Rejîma Îranê û PDK di serî de zagonên hiquqî yên derheqê rojnemevanan de binpê dikin û wiha got:"PDK bi gotin û kiryarên xwe, bi agahiyên derew dixwaze êrîşa li ser rojnamevanan rewa bike. Gelek ajansên din jî dan xuyakirin ku her du rojnemevanên ku gihiştin asta şehadetê dîrokek wan a demdirêj di nava ragihandinê de heye. Helwesta mala Berzaniyan xiyanet e."
'Em soza mezinkirina xeta tekoşînê didin'
Di dawiya axaftina xwe de Sîbîliya carek din berteka xwe li hemberî êrîşên li ser rojnamegeran nîşan da û wiha got:"Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Ne tenê van êrîşan hemû cure kiryarên dewleta tirk ên li ser çar perçeyên Kurdistanê yên derheqê xebatkarên ragihandinê de pêk tîne, şermezar dikin. Em banga xwe ji bo raya giştî, rêxistinên mirovî dikin ku cezayê derheqê sûcdaran de were birîn. Îro bi van hedefgirtinan, bêhtir em soza mezinkirina xeta tekoşînê didin."