Jin di atolyeyê de hatin gel hev:Tu hêz nikare îradeya me têk bibe
- 20:17 5 Îlon 2024
- Rojane
AGIRÎ - Di atolyeya ku polîtîkayên şerê taybet hat nîqaşkirinê de, hat diyarkirin ku tu hêz nikare îradeya jinê têk bibe.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bazid a Agiriyê li dijî polîtîkayên şerê taybet atolyeyên rêxistinkirî pêk anîn. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî, hevseroka DEM Partî ya Bazidê Hamîde Temel tevli atolyeyê bûn.
Berîvan Bahçecî di atolyeyê de axivî û diyar kir ku desthilatdarî jî bo Jinan bê îrade bihêle her tiştî dike. Berîvanê her wiha anî ziman ku tu hêz nikare îradeya jinê têk bibe.