ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
- 09:00 9 Îlon 2024
- Rojev
*Parêzer Zeynep Karayilan da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û wekî mînaka herî dawî jî ‘girtiyên nexweş ên i girtîgeha Tîpa F ya Kurkçukarê ku 3 salin nikarin biçin nexweşxanê’ da. DÎMEN HEYE
*Jinan bertek nîşanê qetilkirina rojnamegerên jin yên li Silêmaniyê hatin qetilkirin dan û gotin: “Desthilatdarî ji bo rojnanamegerên ne li alî xwe mirin û girtîgehê rewa dibîne.” DÎMEN HEYE
*Sekretera jinan a şaxa hejmar 1 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Şengul Bîrgul da zanîn ku mafê pewerda bi zimanê dayikê mafê herî sereke ye û got bi astengkirina vî mafî re civak û kes tune tên hesibandin. Şengulê bi lêv kir ku wê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê her tim li her derê têkoşînê bidomînin. DÎMEN HEYE
* Aktîvîsta koalîsyona edaleta avhewayê Çîgdem Ozbaş diyar kir ku Tirkiye krîza avhewayê înkar dike û got:” Şerê li Kurdistanê parçeyek hilweşîna ekolojîk e. Divê em modelek civakî ya navenda wê jiyane biafirînin.” DÎMEN HEYE