AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin

  • 13:32 9 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Suna Kepolu û kesên pê re di merasîma definkirina cenazeyê Narîn Guranê de wêneyê komî kişandin. 
 
Zaroka 8 salî Narîn Gural di 21’ê tebaxê de li taxa Çuliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û di roja 19’emîn de di Rûbarê Egertutmazê de di kîsekî de cenazeyê wê  hatibû dîtin. Cenazeyê narînê îro di danê sibehê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate girtin û anîn taxa Qereqoçê. Piştî wecîbeyên olî jî ji bo definkirinê birin taxa Çuliyê. 
 
Parlamentera AKP’ê ya Amedê Suna Kepolu û hinek jinên pê re di nava mizgeftê de bi komî wêne kişandin û vê jî rê li ber bertekan vekir.