Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hesab bipirsin
- 15:43 10 Îlon 2024
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a DAD'ê di daxuyaniya xwe ya ji bo Narîn Gûran de got, "Em ê jinên ku dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji xwe re kirine ala têkoşînê, ji bo her jiyana ku hatiye qetilkirin, ji her jineke hatine qetilkirin hesab bipirsin."
Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) ji bo Narîn Gûran a 8 salî ya li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê TBMM heye ku qanûnan derdixe, çavdêriya rêvebiran dike û her kesî temsîl dike û wiha hat gotin: "Di nav vê meclisê da Wezîrê Dadê yê ku tecawiz û îstîsmarê ji nedîtîve tê, heye. Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî gotina 'rizaya zarokê heye' û 'tiştek nabe' kir. Parlamenterek derket holê ku mirina Narînê bi gotina 'ew hevalên me ne, em ê bêdeng bimînin' rewa kir.
Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser têkoşîna Emîne Şenyaşar jî û gotin Narîn hat qetilkirin ji ber ku wijdan, exlaq û edaletê wê Narînê bida jiyîn miribû.
Her wiha hat diyarkirin divê kesên berpirs li hember darazê hesab bidin û hat gotin:"Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hesab bipirsin."