'Xwestin jinan di tundiya mêr dewletê de heps bikin'

  • 09:03 12 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Parlamentera berê ya HDP’ê Tugba Hezar der barê tundiya mêr dewletê de nirxandin kir û da zanîn ku tundiya mêr dewletê dixwaze jinan heps bike û wiha got: “Têkoşîna jinên kurd li Tirkiyeyê cesaeretê dide jinan. Ji ber ku em behsa berxwedana bi mirina xwe dikin. Jinên Kurd destkeftiyên xwe bi berxwedana xwe, bi mirinê bi dest xistine. ”
 
Tundiya mêr dewletê roj bi roj zêde dibe û bi taybet li Kurdistanê tundî û destdirêjî  zîhniyeta mêr- desthilatdariyê nîşan dide. Mêr-dewlet êrîşên li hember hebûn û bedena jinê didomînin, jin jî li dijî vê berxwedana xwe didomînin.
 
Parlamentera berê ya Wanê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Tugba Hezer der barê tundiya mêr dewletê de nirxandin kir.
 
‘Her jin bi tundiyê re tê rû hev’
 
Tugbayê da zanîn ku tundiya mêr dewletê li her derê cîhanê heye û tundî li Kurdistanê hîn girantir e. Tugbayê bi lêv kir ku tundiya mêr dewletê xwe dispêre pergala kapîtalîst û ji ber netew dewletan bi rêxistinkirî pêk tê. Tugbayê wiha dirêjî dayê: “Ji destûra bingehîn heta pergalên perwerdehiyê, ji çapemenî heta helwestên siyasî û qadên temsiliyetê û heta malbat û civakê li her qadê xwe rêxistin kirine. Li her derê Tirkiyeyê li ser jinê her cureyê tundiyê mijara gotinê ye. Ji perwerdeyê heta qadê xebatê, qanûnan newekheviyek heye. Ji ser pergala perwerdehiyê zîhniyeta serdest a mêr tê ferzkirin û vê zîhniyetê li ser zimanê çapemeniyê jî bandor kiriye.”
 
‘Li ser jinên Kurd tundiya sîstematîk’
 
Tugbayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li Kurdistanê tundiya mêr dewletê du car li ser jinan tê kirin û wiha domand: “Dewlet bi qanûnan, tundiya polîs, qada siyasî, çapemenî û her qadên tundiyê li ser jinên kurd pêk tîne. Ev tundî bi binçavkirinan jî tê kirin. Di 2015’an de li Gimgim a Mûşê bedena Ekîn Wan a jiyana xwe ji dest dabû hat teşhîkirin. Her wiha Îpek Er mînakek din e. Mixabin tiştên jinên Kurd dijîn li Tirkiyeyê bertekek wijdanî ava nake. Yên tên cezakirin ne gumanbar ên wekê Mûsa Orhan in. Jinên vê tundiyê qebûl nakin tên cezakirin.”
 
‘Dîmanîka herî xurt jinên Kurd in ’
 
Tugbayê her wiha di berdewamiyê de anî ziman ku ji bo azadbûna gelê Kurd dîmanîka herî xurt jinên Kurd in û wiha pê de çû: “Ji ber vê dixwazin vê damara xurt qels bikin, qut bikin. Têkoşîna jinên kurd li Tirkiyeyê cesaeretê dide jinan. Ji ber ku em behsa berxwedana bi mirina xwe dikin. Jinên Kurd destkeftiyên xwe bi berxwedana xwe, bi mirinê bi dest xistine. Ev yek jî nîşanî hemû Tirkiyeyê, jinan û dewletan daye. Ji bo azadbûna gelê Kurd dîmanîka herî xurt jinên Kurd in. ”
 
‘Leşker û polîs jinan dikşînin nav kemînê’
 
Tugbayê balkişand ser êrîşên li hember jinên Kurd û wiha bi lêv kir: “Di serî de li hember jinên Kurd li hember hemû jinan êrîşek heye. Cih tê leşker û polîs jinan tacîz dikin. Cih tê bi sozên zewac û evînê dixapînin û dikşînin kemînan. Dîmenên wan dikşînin û tundiya zayendî didomînin an jî fuhuşê ferz dikin. Ev hemû mînakên ku hatine qeydkirin e. Sûcên ku leşker û polîs dikin li cem dewletê ne sûc e. Lê divê li dijî vê têkoşînek mezin bê dayîn. Lê gel bersiva vê nêzîkatiyê daye. Parastina cewherî hat dîtin ku gelek girîng e. Dema mijar dibe Kurd, dewlet tundiyê rewa dibîne. Dixwaze tundiyê bidomîne jinan biçewisîne, bi jinan şûnde gavê bide avêtin. Dixwazin sînorên tiştên ku dikin nîşan bidin. Di 2015’an de sînor Ekîn Wan bû. Dewletê bi Ekîn Wanê nîşan da ku şerê dimeşîne gihiştiye asteke dijexlaqî.”
 
‘Xwest jinan hepsê tundiya mêr dewletê bikin’
 
Tugbayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Rêxitinên jinan hedef hatin girtin. Bi girtin û binçavkirinê xwestin pasîfîze bikin. Xwestin bi vê jinan bêdeng bikin. Em niha li girtîgehan binêrin em vê bi rehetî dibînin. Ji hemû astên nûneriya siyasî yên Kurd jin li girtîgehan hene. Bi vê jî sînor neman bi KHK’yan nûneriya jinê hedef girtin. Xwestin saziyan, stargehên jinan ji holê rabikin. Xwestin bê çare bihêlin û hepsê tundiya mêr bikin. Hemû desthilatdarî navê wan biguherin jî têkoşîna azadiya Kurd xetere dîtin. Bi taybet jî paradîgma azadiya jinê, ekolojî û demokratîk xetere dîtin. Paradîgma ji herêmê heta Îmraliyê yek e.”