Kesên ji dosyaya Narînê hatin binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin
- 09:53 12 Îlon 2024
- Rojane
AMED – Bi çarçoveya lêrpirsîna derbarê Narîn Gurana hat qetilkirin de meleyê gund, hevjîna apê Narînê ya duyem hatibû binçavkirin û piştre mele hatibû berdan. Bi tevahî 22 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Li Taxa Çûlî ya Rezana Amedê di 21'ê Tebaxê de Narîn Guran a 8 salî winda bûbû û di 8'ê Îlonê de jî cenazeyê wê li robara Egertutmaz hatibû dîtin. Piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenazeyê Narînê di 9'ê Îlonê de li goristana gund hat veşartin. Bi çarçoveya girtina apê Narînê Salîm Guran de 24 kes hatibûn binçavkirin û ji vana Nevzat Bahtiyar, hat girtin. Bi heman çarçoveyê meleyê gund Huseyin Guran û hevjîna apê Narînê ya duyem hatibûn binçavkirin û piştre mele hatibû berdan.
Kesên bi çarçoveya lêrpirsîna derbarê Narîn Gurana hat qetilkirin de hatibûn binçavkirin ji bo îfadeyê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.