Rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kir
- 13:17 15 Îlon 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê zarokê 12 salî Ihsan Askanî qetil kirin.
Hêzên rejîma Îranê li gundê Cekegurî yê li nêzî navçeya Raskiye yê Sîstan-Belucistanê wesayîtek gulebaran kirin. Di êrişê de wesayît wergeriya û zarokê 12 salî Ihsan Askanî jiyana xwe ji dest da. Her wiha zarokek jî bi giranî birîndar bû.